02 juli 2020

Tirk dixwazim medyaya sosyal bigrin bin kontrola xwe


Serok û siyasetmedarên tirk fêrî halan û pesindayinê bûne, gerek herkes, her dezgeh wek şelafan pesnê wan bide, ji wan ra methîyeyan binivîse.

di kultura tirkan da ciyê rexneyê, toleransê, demokrasiyê tuneye. Lema jî serokê tirkan Erdogan dike twîtterê bigre û gelek şelaf jî jê ra li çepikan dixin.

Hêvî dikim medyaya sosyal ji bin da qedexe bikin.


Medenîyet kultureke, nayê îtxalkirin. Tirk hîn ji medenîyetê pir dûr in, lema jî nikanin tehamulî rexne û fikrên cuda bikin.

Serokê tirkan Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”internet û medyaya sosyal bi vî miletî, bi vî welatî nakeve. Em dixwazin mecrayên medyaya sosyal bi temamî bên rakirin, bigrin bin kontrolê.”

Yasaxkirina internetê, medyaya sosyal tam li gorî tirka ye, bi rastî jî li Tirkiyê hebûna Netflixê, Twitterê, YouTube, Facebookê ji bo tirkan şermeke mezin e, dibê medyaya sosyal ji bin da were girtin.

Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne, yekî tam layiqî tirkan bûye serokê wan.

XXX
Li welatekî şer carê dest pê bike, zû bi zû naqede, bi salan dom dike.

Herba Lubnaê ya hundur di sala 1975a dest pê kir. Ev 45 sal e hîn safî nebûye.

Îraq ev 60 sal e bi kurdan ra di şer da ye, şer hîn jî neqediya ye, berdewam e.

Li Afganîstanê şer ev 40 sal e dewam dike û kes nizane ewê kînga biqede.

Şerê Sûriyê yê hundur di sala 2011a da dest pê kir û ev 9 sal in dom dike û ewê zû bi zû jî neqede.
Welatê carê têkeve herbê nikane zû bi zû jê xelas bibe, dibe berate, qijik û qertel û sîsark, keftar û çeqel li ser kom dibin.

Lubnan, Afganîstan, Îraq, Sûriye, Lîbya, Yêmen ji Tirkiyê, Îranê, Rûsyayê û Emerîkayê ra bûne berate.

Tirkiye û Îran jî ev 40 sal e bi kurdan ra di şer da ne, ne diyar e ewê kînga biqede.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE