03 juli 2020

Kê ji min ra lîrand ?


Rojekê li çolê, li ser erd du malbet bi qiç û pîlan ve(bi çûk mezinan ve) bi hev ketibûn, tiştek di hev da nehîştibûn, hev û du kel û kût kiribûn. 

Tam wê nabênê da suyarekî bi hêl û mêl ji wir derbas dibû. Ji nav aliyekî jinekê got lîlîlîlîlî û dest bi lîrandinê kir û got:


-Hat hat, wa ye egîdê mala bavê min hat, wa ye xweşmêrê bi sed mêrî hat. De heger hûn mêr in hûnê nerevin…

Bi van pesn û halanên jinikê ra pişika suyêr nepixî û di cî da ji hespa xwe daket û êrîşî aliyê din kir.
Tep û rep, hurm û gurm, li suyê hatin hev, suyar perîşan kirin, ew ji eyarekî derxistin, xistin eyarekî din. Kum û kolozê wî her yek bi alieykî da pengizîn, xwîn bera ser dan, kinc lê zîvêl zîvêlî kirin.
Feqîro ket halekî wer, nedihat naskirin. Bi zor xwe ji nava lepên wan xelas kir, bala xwe da halê xwe yê perîşan û bi dengekî melûl got:

-Hûn bi qedrê Xwedê dikin, ew kî bû ji min ra lîrand ?

Cimata ez tê da bim tirkî tuneye, gava xanima hevalekî bi tirkî bipeyive, hinekên din giliyê wê bi min dikin, dibêjin ”Zinar abê, binêre filan kesê bi tirkî dipeyive !”

Wê rojê li mala me eynî tişt bû, min ev çîrok ji cimatê ra got. Min got ez ditirsim tiştê anîn serê suyêr, rojekê hinek bînin serê min jî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE