03 juli 2020

Bi fortan tirk nasekinin


Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îraqê gotiye ew van êrîşên Tirkiyê qebûl nakin û Xwedê giravî ewê li hemberî Tirkiyê ”helwestek din nîşan bidin.”

Fermandarê Hêza Zêrevanên Sînor, Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî gotiye: “Ferman ji me re hatiye em bersîva her core destdirêjiyekê û êrîşekê bidin.”

Vana giş fortên vala ne, Tirkiye qurişekî xwe jî di van gotin û fortên vala nade. 

Tirkiye Kurdistana Federe gav bi gav, gund bi gund dagir dike, xelkê mecbûrî koçberiyê dike.

Tirkiyê 36 qereqol di nav axa başûrê Kurdistanê da ava kirine. Heger ne derew e kurd û ereb bi hev ra lêxin, dagirkeran ji Kurdistanê derxin.

Li gorî Rûdaw dinivîse balafirên Tirkiyê a nuha sînorê nahiyeyên Şêladizê û Dêrelûkê bombebaran dikin.

Heger ne vir e lêxin, du fîşekan bavêjin ji van bêbavan da, welatê xwe biparêzin.

Heta kurd û ereb dest nebin xwe û li tirkên dagirker nexin, tirk dev ji dagirkerîya xwe bernadin. Ewê gelek Efrîn û Serê Kaniyên din dagir bikin.

XXX
Tesîra tirkî li ser me gişan heye. Li ser hinekan pir e, li ser hinekan hindik e. Bêguman haya me ji vê tesîrê tuneye, hinekên din viya dibînin.
Lê kurmanciya hin kesan zêde deform bûye, sentaksa kurmancî çûye rahmetê, bûye gêrmiya gavanan. Ji bo meriv fêm bike dibê meriv tirkî bizanibe.
Helbet kes bi zanetî zimanê xwe xera nake. Lê dîqet jî muhîm e, dibê sentaks rast be, ya na nayê fêmkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE