04 juli 2020

Ez raketime


Rojekê hevalekî  Xoce Nesredîn dibe mîvanê wî. Nîvê şevê, berî di xew ra herin mîvan ji Xoce dipirse:
-Xoce, ma tu raket?
Xoce dibêje:
-Na, kerem bike, ma te yê tiştek bigota?
Mîvan dibêje:

-Wele minê ji te hinek pere bi deyn bixwesta.
Xoce orxanê dikşîne ser serê xwe, dike xure xur, dibêje:
-Ez raketime.



Min got qey jina min e
Hakim ji yê diz pirsî, got:
-Lawo, tu ji bo çi ketiye mala vê xanima han?
Diz got:
-Hakim beg, ez serxweş bûm, min got qey mala min e.
Hakim, got:
-Ê ji bo çi gava jinikê tu dît, tu di pacê ra reviya?
Diz bi awirekî hustuxwar got:
-Min got qey jina min e, lema ez reviyam.

Mirin
Yekî ji Xoce Nesredîn pirsî, got:
-Xoce, ma heta kînga ewê însan ji diya xwe bibin û dûra jî bimrin?
Xoce bi awirekî cidî got:
-Heta ku bihuşt û dojeh tije bibin.

Kêfa qurçimî
Mêrik tim diket kirrê jina xwe û ew dixeyidand. Jinikê rojekê hew xwe ragirt, bi hêrs jê ra got:
-Êdî bes e ji destê te, ezê rabim herim mala diya xwe…
Mêrik tam dikira kêfa xwe bianiya û bigota esas tu pir dereng maye, jinikê gotina xwe domand, got:
-Û ezê wê jî bi xwe ra binîm.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE