04 juli 2020

Tirkan di zorbatiya xwe da kara xwe dîne


Tirk hewqasî aşûnî û çavsorî bûne mêrikan gef li Fransayê jî xwarine. Wezîrê Parastinê Hulûsî Akar gotiye "Fransa mecbûr e ji Tirkiyê uzrê xwe bixwaze !"

Mêrik bala xwe didê zor pere dike, çi dikin, ku derê dagir dikin ji wan ra dimîne. Lema êdî ne Sûriyê, Îraqê, Yûnanîstanê, kurdan tenê, Fransayê jî tehdît dikin.


Bi vê êrîşkariya xwe li herêmê bi cî bûn, bi milyonan însan kuştin û bi çolan xistin û li ser axa xelkê bûn xwedî welat.

Nuha dibêjin ev welatê me dagir kiriye hindik e, hinek erdê dixwazin. Kurdistan, Sûriye, Îraq, Qibris dagir kirine pê nayên serî, xwe dirêjî Lîbyayê kirine, bela xwe di Fransayê didin.

Heta ereb û ewrûpî ev tirsonek bin, tirk ewê her roj gefan li wan bixwin û rojê derekê dagir bikin. Çimkî dibînin zorbatî û çavsorî pere dike, bi vê riyê welatan dagir dikin.
Rûs kanin wan bixesînin, lê Erdogan Pûtîn kiriye, lema li Sûriyê, li Lîbyayê bêtirs hereket dike...

XXX
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu gotiye ”Wek prensîp ez li dijî irqçîtiyê me. Bi baweriya min gerek li Tirkiyê partiyeke siyasî ya girêdayî miletekî tunebe.”

Tu ferqa vî keftarî ji Dogu Perînçek tuneye. Dewleta tirkan heye ne irqçîtîye, lê hebûna partiyeke kurdî irqçîtîye.

-Dixwaze ji min hez bike, dixwaze ji min nefret bike, herdu jî li feydeya min in. Tu ji min hez bikî ezê tim di dilê te da bim. Tu ji min nefret bikî ezê tim di bîra te da bim.
///Louis Aragon
Gotina rast xweşe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE