05 juli 2020

Dewlet li Mêrdînê û Wêranşarê çi ji me dixwaze?



Li gelek gundên Mardînê, Dêrikê, Qezê, Wêranşarê ji serê mehan e elektirîk û av tuneye. Ev çend sal in eynî tiştî dikin. Li pişt vê terora qutkirina avê û ceyaranê pilaneke dewletê heye.

Zeviyên xelkê, terşên xelkê, bîstan û bexçeyên xelkê ji ber bêaviyê telef bûne. Milet perîşan e. 

Bi sedhezaran însan di tariyê da dijîn û hesretiya ava vexwarinê ne. Ev ne tiştekîm normal e. Dibê em giş bi hev ra tiştekî bikin.

Dewleta dagirker û neyarê qewmê kurd ji kêfî zulmeke nedîtî li me dike. Lê di vê zulmê da hedefeke wê heye. 


Diyar e dixwaze bi vê riyê kurdan ji herêma nabêna Rihayê û Nisêbînê derxe, bi çolan xe û çeteyên xwe li wan deran bi cî bike. 

Tirkan berê jî li gelek bajarên Kurdistanê, Serê Kaniyê -Ceylanpinar yek ji van e- Ozbek, Qirgiz, Uygur, ereb û kesên din bi cî kirine. 

Dibe ku vê carê jî pilaneke Erdogan-Bahçelî ya wiha heye. Ya na çima bi mehan ewê bi sedhezaran însanî bêav û di tariyê da bihêlin! Sala çûnî jî eynî problem hebû. 

Yanî mesela qutkirina avê û ceyaranê ne nuh e û ne bêsebeb e, miheqeq li pişt vê siyasetek heye.

Dibê partiyên kurd û baroyên abûqatan, dahîreyên ziretê û dezgehên kurdan giş dest bidin hev û li hemberî terorîzekirina milet dengê xwe bilind bikin.

XXX
Berdevkê hikûmeta Îraqê, Ehmed Mela Telal gotiye Îraqê bi fermî ji Tirkiyê xwestiye êrîş û operasyonên xwe yên nava axa Îraqê rawestîne.
Tirkiye bi gotinê, bi rica mica nasekine, tenê ji zorê fêm dike. Dibê Îraq lêxe.
Heta Îraq lê nexe Tirkiye nasekine û ji ciyên dagirkirine dernakeve. Efrîn, Idlib, Serê Kaniyê, Girê Sipî, gund û herêmên Tirkiyê li başûr dagirkirine êdî Hatay e, Qibris e. Tirkiye zorê nebîne, neyê mecbûrkirin ji van bajar û erdan ewê tu carî dernekeve. Dibê Îraq, Sûriyê û kurd bi hev ra lêxin.
Di vir da Rûsya jî bi kurdan û bi ereban ra xayintiyeke mezin dike, Rûsyayê rojava diyarî Tirkiyê kir.

XXX
Ava neherike, di golê da bimîne genî dibe. Însan jî wek avê genî û pîs dibin.
Bindestiya gelek salan, zulm û tahdeya zêde şexsîyeta gelek kesî pir xera kiriye, şexsîyeta wan bûye hevîr, dikeve her qalibî.
Şelafî êdî bûye sinetekî bi qîmet, talibên şelafiyê roj bi roj zêde dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE