06 juli 2020

Bi zarokan ra axaftina bi kurdî micadela li dijî dagirkeriyê ye


Rejîma îslamî-faşîst ya tirk her kurd pir hindik êşandiye, neheqî û zulm lê kiriye. 

Her kurdê bi xîret ji vê dewlet û rejîma ant-kurd tije bûye û dixwaze bi hawakî zirarekê bide wê.

Îro tiştê her kurd kane li hemberî vê dewleta dagirker bike axaftina bi kurdî ye, fêrbûna kurdî ye. Li dijî vê rejîma faşîst, neyarê qewmê kurd şerê herî baş û her kurd kane bike nuha ev e, bipêşxistina kurdî, axaftina kurdî, fêrbûna kurdî ye; ev jî şiklekî micadela li dijî dewleta dagirker e.


Yên zarokên wan çê dibin dibê pê ra bi tirkî nepeyivin, miheqeq bi kurdî bipeyivin. Zarokên kurd dibê bi zimanê kurdî mezin bibin.
Dê û bavên kurd dibê bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

XXX



Ez nizanim ji bo çi Rûdaw xeberên/nûçeyên li dijî hev belav dike. Rojekê dibêje leşkerên Îraqê nizanim li ku de ra Duhokê li ser sînor bi cî bûne, sûretên wan belav dike. Roja din dibêje ”tu hêzeke Bexdayê nehatiye Duhokê.”
Îro xeberek belav kir, got hêzên pêşmerge ewê vegerin Kerkûkê.
Nuha jî xebereke wê tekzîb dike belav kiriye, îcar jî dibêje ”hêzên pêşmerge li Kerkûkê nehatine bicîkirin.”
Di rojekê da du xeberên li dijî hev.
Ev çawa rojnamevanî ye min fêm nekir. Êdî wiha bûye meriv bi şik li her xeberê dinêre.
Dibê Rûdaw her derewê, her paşgotiniya bi ber guhê wan dikeve belav neke, ev yek dibe sebem meriv ji xeberên Rûdaw belav dike bawer neke.

XXX
Gotineke pêşiyên fransizan heye, dibêjin “mexlûqatên bêyî ku li pişt xwe binêrin dibînin, çûk û jin in.”
Gotineke xweş e.
Xwezî peya jî wek çûkan û jinan bikanîbûna tahlûkeyên li pişt xwe bibînin.

XXX
Tirkiyê bersîv daye Îraqê, gotiye ”em operasyonên xwe nasekinînin, ewê dom bikin.”

Dibê kurd û ereb xwe nexapînin, tirk bi rehetî ji başûrê Kurdistanê, ji Îraqê, ji Sûriyê dernakevin. Tirk dixwazin ji Efrînê heta bi sînorê Îranê dagir bikin û bi ser Tirkiyê ve berdin, yanî bikin Hatay.

Di bin destê tirkan da bi sedhezaran çeteyên îslamî û Daîşê hene. Tirk dixwazin bi wan sînorên Tirkiyê fire bikin. Dema çeteyên xerîb werin kuştin jî ne xema tirka ye, çimkî ne tirk in, ereb in uygur in, çeçen in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE