07 juli 2020

Ji bo me tu ferqeke Kiliçdaroglu ji Erdogan tuneye


Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji Îraqê xwestiye tirkmenekî bike wezîr.
Hin kes li vê şêla Kemal Kiliçdaroglu ecêbmayî mane, wî rexne dikin.

Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew ne kurd e, ew tirk e û tirkekî ji Erdogan jî tirktir e. Lema ji bo me kurdan tu ferqa Kemal Kiliçdaroglu û Erdogan tuneye.


Kemal Kiliçdaroglu her tim dixwaze îspat bike, nîşan bide ew ji Erdogan tirktir e û ji wî pirtir neyarê kurda ye.

Koka Kiliçdaroglu çi be jî wek însan ew jî bi qasî Recep Tayyip Erdogan û Bahçelî neyarê kurda ye û ev neyartiya xwe jî tim nîşan daye.

Kiliçdaroglu piştgirî daye dagirkeriya Efrînê, rojavayê Kurdistanê û her êrîşa Tirkiyê ya ser kurdan. 

Di nava CHPê da çend kurdên baş hene, lê ev yek qerekterê Kiliçdaroglu û CHPê naguhere. Kiliçdaroglu jî bi qasî Erdogan li dijî azadîya miletê kurd e, dixwaze li her derê, li her çar perçên Kurdistanê kurd bindest û kole bin. 

Kiliçdaroglu di esasê xwe da xayinekî qewmê xwe ye. Lema jî dibê meriv tu hêviyê û gazinan jê neke.

XXX
Ez nizanim ji bo çi Rûdaw xeberên/nûçeyên li dijî hev belav dike. Rojekê dibêje leşkerên Îraqê nizanim li ku de ra Duhokê li ser sînor bi cî bûne, sûretên wan belav dike. Roja din dibêje ”tu hêzeke Bexdayê nehatiye Duhokê.”
Îro xeberek belav kir, got hêzên pêşmerge ewê vegerin Kerkûkê.
Nuha jî xebereke wê tekzîb dike belav kiriye, îcar jî dibêje ”hêzên pêşmerge li Kerkûkê nehatine bicîkirin.”
Di rojekê da du xeberên li dijî hev.
Ev çawa rojnamevanî ye min fêm nekir. Êdî wiha bûye meriv bi şik li her xeberê dinêre.
Dibê Rûdaw her derewê, her paşgotiniya bi ber guhê wan dikeve belav neke, ev yek dibe sebem meriv ji xeberên Rûdaw belav dike bawer neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE