29 juli 2020

Kiliçdaroglu ne dîwarekî saxlem e


Serokê CHPê Kemal Kilçdaroglu gotiye ”Ez wek serok sozê didim, ezê mesela kurd di nava standardên demokratîk da, di çarçeweya serxwebûnê Tirkiyê da çareser bikim.”

Kêfa gelek kesan ji van gotinên Kemal Kiliçdarogluyê tirk ra hatiye, ev beyana wî belav kirine.


Di van gotinên Kilçdaroglu da sozek, ahdek, teahudek tuneye, mêrik nabêje ewê çawa çareser bike, ewê bi şer û bi kuştinê çareser bike, ya jî mafê kurdan bide?

Gotina ”ezê mesela kurd çareser bikim” vala ye, tiştekî nabêje, nabêje ewê çi mafî bide kurdan.

Erdogan û Bahçelî jî dibêjin ewê mesela kurd çareser bikin. Her siyasetmedarê tirk eynî tiştî dibêje.

Di vir da ya muhîm ne gotina ”çareserî” ye, ewê çi bidin kurdan, proje û programa çi ye?

Kesê piştgiriya dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî bike, yê di her êrîşa ser kurdan da di meclîsê da destegê bide AKPê û Erdogan, rojekê were ser hukim jî tu mafî nade kurdan. Tiştê Kiliçdaroglu dibêje çîrokên vala ne, dibê meriv pê nexape.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE