29 juli 2020

Felaketa mezin



Ba û bahoz û firtoneyeke mezin li kaptanê torî rabû, keştiya wî bi hemû tayfeyên xwe ve binav bû, ji hemû tayfeyan tenê ew xelas bû. Piştî xelasbûnê ji hevalên xwe ra got:

-Xwedê kir ku tişt bi min nehat, heger ez jî bimrama wê demê ewê bibûya felaketeke mezin.


Ji min nepirsîne
Xelo li sînemayekê bûbû berpirsiyar. Temaşevanekî jê pirsî:
-Ma destûr heye ez cixareyekê bikşînim?
Xelo got:
-Na, yasax e.
Mêrik got:
-Wa ye gelek kesên din dikşînin.
-Wan ji min nepirsîye…


Kenê bi elektirîkê
Yekî gundî çû ser tixtor. Tixtor piştî miayenê jê ra got:
-Basûra te heye. Ji bo ku tu jê xilas bibî dibê ez kotorîze bikim yanî dibê ez bi elektrîkê bişewitînim.
Û tixtor dest bi operasyonê kir. Normal operasyon gelkî dêşîne, çimkî basûrê bi elektirîkê dişewitîne. Lê yê gundî ji dêlî ku bibêje ay, ya jî mirûzê xwe tal û tirş bike, dikeniya. Tixtor matmayî ma, jê pirsî, got:
-Min fêm nekir tu çima dikene?
-Tixtor beg, ez bi elektirîkê dikenim. Çimkî ev mîrata elektirîkê berî têkeve mala me, ket qûna min.

Rica
Sîno nuh bûbû xedemê dibistanê, yanî nuh bûbû mamûrê dewletê. Loma jî dibê êdî hinekî kibar û nazik bûya. Danê êvarî çû ber firnê, ewê çend nanan bikiriya. Perê xwe dirêjî firnecî kir û bi kibarî got:
-Hoste, ez ji wî sominê hanê du heban rica dikim!
Hoste pel pel lê nêrî û jê ra got:
-Ma tu yê perê wî bidî ya na?
Sîno got:
-Helbet ezê bidim.
-Ê kuro piştî ku tu yê perê xwe bidî, de îcar ev çi rica te ye?





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE