28 juli 2020

Tirk heta zorê nebînin nayên ber ben


Ev demeke tirkan di Derya Sipî da bela xwe di yûnan didan, bi keştiya xwe ya sîsmîk li hin giravên Derya Sipî li petrolê digeriyan. Heqê wan tuneye li wan giravan li petrolê bigerin, lê ji ber ku çavên wan yûnanan dibire, ji wan natirsin, bi keştî û balafirên herbê çeqelî û çavsorî dikirin.

Lê îro ji nişkave paş da vekişiyan, keştiya xwe ya sîsmîk birin Antalyayê.

Tirk ji însaniyetê fêm nakin, tenê ji zorê fêm dikin, dibê ji te bitirsin, heger heger netirsin ewê çavê te derxin.

Dibêjin Merkel ketiye nabênê û ”qirîz çareser bûye.”
Li gorî medyaya tirk dinivîse ”ewê demekê nabênê bidin fealîyetên xwe, Anqere ewê dû ra şêla xwe diyar bike….”

Wer xuya dike ço û bivik dîtin, lema mecbûr man wek bonciya dêla xwe têxin nav şeqa xwe û paş da vekişin.

Ez tim dibêjim, tirk tenê ji zorê û ji devê tivinga mor fêm dikin, heta tirk zorê nebînin tu carî wek însanan hereket nakin, tim çeqeliyê dikin, serî li zorbatiyê didin. Lê gava tirsê bibînin dibin pisik. Wer xuya ye ewrûpiyan vê carê devê tivinga mor nîşanî wan da, ya na bi rehetî nediçûn mala xwe.

XXX
Li başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkiyê 500 gund hatine valakirin. Tirk hewqasî stûr û çavsorî bûne êdî ronkayiya nava rojê gundan topbaran dikin, ji bo ku xelk gundan vala bike.

Heta ereb û kurd bi hev ra li vê hêza devbixwîn, dagirker nexin, tirk êrîşên xwe nasekinînin.

Hinek dibêjin ereb ewê ji bo çi ji bo kurdan bi tirkan ra şer bikin? Ereb ne ji bo kurdan, ji bo xwe gerek dagirkeriya tirkan qebûl nekin. Çimkî ereban hîn ew erdê tirkan dagir kirine nedena kurdan û nabêjin ew ne erdê me ye. Erebên welatên kurdan nadin, çima ewê bidin tirkan?

Roja ereban gotin em îşê xwe ji kurdan nînin, Kurdistan ne beşekî Îraqê ye, a wê demê şerê tirkan nekin meriv fêm dike. Lê bêdengiya wan ya nuha ji ber zeîfî, tirsonekî û bênamûsiya wan e. Madem Kurdistan hîn beşekî Îraqê ye dibê biparêzin jî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE