30 juli 2020

Sibehan dixwazim bi şîrînî dest pê bikim

Ez naxwazim serê sibehan ya elah, ya fetah bi nivîseke dilreşkir bîna we teng bikim, hinek kul û derdên din li kul û derdên we yên berê pir in zêde bikim.

Lema jî her sibe ez bi dîlokeke evîndariyê û bi pêkenokekê silavê li we dikim.

Hêvî dikim kes ji van parvekirinên min aciz nabe. Heta nuha kesî tiştekî negatîf negotiye.

Ez dibêjim nivîsên bêzirar in, tu kesî û tu partiyê rexne nakim, lema jî gerek kes jê aciz nebe.

Tiştê kêfa kurdan jê ra nayê, pê aciz dibin nivîsên siyasî û rexneyî ne, di van nivîsan da tiştekî wer tuneye.

XXX

Wexta karkirên min werin dest bi xebatê bikin. Dibê ez rabim.

Îro hewa ne xweş e û ewr e, hêvî dikim baran nebare.

Me şaşî kir, me dereng dest pê kir. Ev kar dibê me mehek berê dest pê bikira. Stockholm êdî tim şilî şepelî ye, sar û serma ye.

 



XXX

Înşîat û tahmîrata malê dûzana min jî û rûtîna min jî xera kir. Ji vê sibehê da min nig di bin xwe ve nekiriye, vir da, wê da baz didim, Nigekî min li Bauhausê ye, nigekî min li hewşê ye, hewcedariyên karkeran temîn dikim. Wextê nabînim bixwînim û binivîsînim. Ev kaos herî kêm ewê hefeteyeke din jî dom bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE