31 juli 2020

Giş dihelin


Yekî dîn li çayxanê rûiştibû û ji berêvkê da çekir diavêt çaya xwe. Şekirdanka ber xwe vala kir û ji garson hinek şekirê din xwest. Garson hinek şekirê din da ber, ew jî avêt çaya xwe. Gava dîsa şekir xwest, garson hew xwe ragirt, jê ra got:


-Te berê deh şekir avêtiyê û kiriye dims.
Yê dîn got:


-Erê min avîtê, lê bêxwedî giş jî dihelin.

 

 Firsend nedît

Keşe ji lawê yê mirî pirsî, got:

-Bavê te çi temî û wesî kir, gotina wî ya dawî çi bû?

Lêwêk got:

-Bavê min firsend nedît ku tu temî û wesiyan bike û gotina xwe ya dawî bibêje. Ji ber ku heta teslîm bû jî diya min wer li ber serê wî bû.

 Dîroka malbatî

Mamosteyê dersa dînî ji xwendekaran(şagirtina) ra got însan giş ji Adem û Hewa sadir bûne. Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:

-Mamoste, ev ne rast e.

Mamoste got:

-Çawa ne rast e?

-Bavê min got em hemû ji meymûnê tên.

Mamoste got:

-Lawê min, dîroka malbata we me alaqeder nake û ne mijara dersa me

 Ziman

 Jinikê ji mêrê xwe ra got:

-Li malê bi tenê bîna min teng dibe. Ez dixwazim ji xwe ra herim qursa zimên û zimanekî fêr bibim.

Mêrik got:

-Eman ha, tu tiştekî weha nekî! Va ye bi zimanekî te malik li min şewitandiye. Îcar gava tu zimanekî din jî fêr bibî, dibê ez malê terk bikim û bi çolan kevim.

 

 

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE