31 juli 2020

Gurên bi şaşik êrîşên xwe didomînin


Tirkan Kitêbxanya Celadet Bedirxan ya Sêrtê bi boldozeran xera kirine, xistine vî halî.

Êrîşî her tiştê kurdan dikin, dixwazin navê mezinên kurdan, eser û berhemên kurdan ji ortê rakin, li Kurdistanê şopa kurdan nehêlin.
Faşîst, gurên boz in, îslamî gurên kesk in, lê herdu jî gurên har in û bi qasî hev neyar in. Heta nuha kurdan gurên boza nas dikirin, lê gurên kesk, gurên bi şaşik nas nedikirin. Bi îktîdara AKPê ra kurdan gurên bi şaşik jî nas kirin.


XXX

Îrfan Burulday gotiye ”îslamîstên tirk jî di asasê xwe da faşîst bûn, lê belê me ev yek nedît.”

Ez viya tim tim dibêjim, îslamiyên tirk jî di asasê da xwe faşîst in, dîn jî ji xwe ra dikin maske. Tu ferqa Gulen û Bahçelî û Erdogan tuneye, hersê jî bi qasî hev faşîst in û neyarên miletê kurd in.

Retorîka Kemal Kiliçdaroglu ne wek ya wan be jî lê di praktîkê da tiştê îslamî û faşîst ji bo kurdan difikirin û dixwazin, Kiliçdaroglu jî wiya dixwaze, gava wer ser hukim, ewê jî bide ser şopa Erdogan.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE