08 juli 2020

Dibê em her tiştê tirkan boykot bikin !


Tirk li sê beşên Kurdistanê li hemberî me şerekî pir mezin dimeşînin.
Avê û ceyranê ji ser gel dibirin ji bo ku bi sedhezaran kurdî mecbûrî koçberiyê bikin. Dixwazin ji Herranê bigre heta bi Nisêbînî, sînorê Îraqê vala bikin, kurdan ji vê herêmê derxin. 


Yanî tiştê tirk dikin tenkîleke bi dizî ye û heta nuha gelek caran anîne serê me, kurd bi sedhezaran bi darê zorê ji welatê wan, ji gund û bajarên wan, ji erd û avên wan derxistine û tirk, laz û xerîb anîne li Kurdistanê, di gund bajarên kurdan da bi cî kirine.

Tiştê tirk nuha li herêma Rihayê, Mêrdînê dikin ev e, tenkîl e, dixwazin têkiliya kurdên bakur, rojava û başûr ji hev qut bikin, dixwazin kurdan ji ser sînorên Îraqê û Sûriyê derxin. Ji bo wê jî avê û ceyranê nadin cotkaran û gundiyan, ji bo ku kurd nikanibin li wan deran bijîn û debera xwe bikin.

Yanî tiştê tirk dikin tenkîl û jenosîd e, dixwazin me ji welatê me derxin, me biqedînin, me bikin tirk.

Em vê hedef û pilana tirkan baş zanin û ji bo ku bi ser nekevin em li ber xwe didin.

Li hemberî diminekî wiha hov, faşîst, xedar çi ji destê meriv were dibê meriv bike. 

Hindiyan di şerê li hemberî îngilîzan da qumaşê îngilîz, kincên îngilîz û xuya wan boykot kirin, nekirîn û bi viya jî zirareke mezin dan îngilîzan. Meşa Mahatma Gandî û hidiyan ya xwê gelkî bi nav û deng e.

Em kurd jî kanin tiştên tirkan boyakot bikin. Helbet em nikanin her tiştê wan boykot bikin, çimkî hinekên me li Tirkiyê dijîn û yên din jî bindest in.

Lê dîsa jî meriv kane hin tiştên tirkan nekire, marqeyên xerîb û tiştên kurdan bikire.

Mesela meriv kane rojname, kovar û kitêbên tirkan nekire.
Heta mimkûn be bi tirkî nepeyive, bi tirkî nenivîse, li telewîzyonên tirkî temaşe neke.

Xwarinên tirkan heta mimkûn be nekire.

Neçe aşxane û qahwexaneyên tirkan.

Ji dikanên tirkan alvêrê neke.

Welhasil heta ku mimkûn be her tiştê tirkan BOYKOT bike, tu tiştekî wan nekire.

Ev jî şerekî li dijî dagirkeriyê ye. Her kurd kane pir hindik vî tiştî bike. Gava bi milyonan kurd tiştên tirkan nekirin ewê zirareke mezin bidin aboriya tirkan.

XXX
Gava tiştekî meriv bibêje tunebe ne şert e meriv miheqeq tiştekî bibêje.
Ji bo ku tiştekî meriv bibêje tuneye meriv rabe rismê tirpê, pîvazê, kêrê û kevçî belav bike û li navên wan bipirse; bibêje efendim hûn ji tirpê ra dibêjin çi?
Hûn ji kevçî ra dibêjin çi?
Hûn ji pîvazê ra dibêjin çi?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE