08 juli 2020

Derew



Di wext û zemanekî berê da nabêna axayekî û  cîranê wî tunebû. Axa li cîranê xwe û maneyan digeriya, dixwest bi hawakî belayekê bîne serî, bêbextiyekê lê bike. Rojekê rabû çû ba qazî û jê ra got:

-Do bi şev cîranê min  ji çala min a genim du çewal genim diziye, dibê hûn heqê min jê bistînin.

Qazî jê pirsî, got:


-Şahidê te heye?

Axê got:

-Erê, şahidê min heye, dema diziya xulamê min ew dîtiye.
Rabûn ban xulêm kirin. Qazî ji xulêm pirsî, got:

-Bibêje, ka te çi dîtiye?

Xulêm got:

-Min dît filankesê han du çewal ceh ji çala axê min dizî.
Qazî got:

-Kuro axê te dibêje genim, tu dibêjî ceh.

Xulêm got:

-Ê qazî efendî, derew derew e, çi  genim e, çi ceh e.

Serok û berpirsiyarên tirk li me bûne axa û xulamê vê çîrokê, rojê derewekê li me dikin û xulam jî jê ra şahidiyê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE