08 juli 2020

Propogandeya bê deng



Di sala 1960î da Mûsa Anter ji ”Doza 49a” mahkime dibû. MÎTê(teşkîlata îstîxbaratê ya Tirkiyê)di heqê wî da raporek hazir kiribû û dabû mahkimê. MÎTê di rapora xwe da digot, erê Mûsa Anter bi hawakî vekirî propaganda kurdayetiyê nake. Lê li otêlê, li kolanan, li aşxane û çayxaneyan kî wî dibîne di cî da kurdîtî tê bîrê.

Hakim rapor xwend û dûra ji Mûsa Anter pirsî:

-Mûsa, tu dibê çi?

Mûsa Anter keniya, got:

-Ma qey minê li Diyarbekrê çarçef li xwe kira ji bo ku kesî ez nas nekirama. Ez bawer dikim min çarçef jî li xwe kira MÎTê ewê dîsa raporek binivîsiya û bigota Mûsa Anter çarçef li xwe kiriye ji bo ku balê bikşîne ser xwe û propaganda kurdayetiyê bike.


Not:
Mûsa Anter yek ji girtiyên ”Doza 49a” bû, ew û 49 kurdên welatparêz yanî 50 kurd di sala 1959a da bi tohmeta dixwazin Tirkiyê perçe bikin û Kurdistaneke serbixwe ava bikin hatin girtin û bi daxwaza îdamê mahkime bûn. Ji bo ku M. Emîn Batu di hucrê da mir, navê bûyerê bû ”Doza 49a”

Tirên
Jîro li Almanya ji bajarekî diçû bajarekî din. Bilêta xwe ya tirênê nîşanî konduktor da. Konduktor bala xwe baş da bilêtê û got:
-Ev bilêta zarokan e.
Jîro got:
-Rast e, de wa ye tu bi çavên serê xwe dibînî tirên çuqasî dereng maye.

Boksor
Yê boksor li rîngê piştî raunda deha êdî perîşan bûbû, raqibê wî hewqasî lêxistibû feqîro êdî nikanîbû li ser xwe biediliya. Bi zor çû li quncikê xwe, li ser kursiya xwe rûnişt. Antrenorê wî jê ra got:
-Tu pir baş î, te ew perîşan kiriye, heger tu hinekî din jî li ber xwe bidî tu yê wî neqawt bikî.
Li ser van gotinên antrenor, boksor keniya, got:
-Mamoste, ê heger ez hewqasî baş im wê gavê ev halê minê perîşan çi ye, kê ez xistime vî halî?

Mirîşk
Mêrik çû ser tixtor û jê ra got:
-Tixtor beg, çîranê min wer bawer dike ez mirîşk im. Loma jî tim ji min ra dibêje tû tû tû…
Tixtor got:
-Ê ma tu mirîşk î?
Mêrik got:
-Na, ez ne mirîşk im.
Tixtor got:
-Ê wê gavê mesele tuneye.
Mêrik dîsa got:
-Erê ez zanim ez ne mirîşk im, lê ez jê ra çuqasî dibêjim jî qebûl nake.

1 kommentar:

PARVE BIKE