14 maj 2020

Tirkiyê nehîştiye şîrketa Huawei sponsoriya Dalkurdê bike



Tirkiyê nehîştiye şîrketa Huawei sponsoriya Dalkurdê bike. Serokê Dalkurdê Remezan Kizil, di malpera Gazete Duvarê da Tirkiyê çawa nehîştiye şîrketa Huawei sponsoriya Dalkurdê bike ji ”Haci Bişkin” ra  wiha gotiye:

”Du sal berê şîrketa Huawei ji me ra bû sponsor. 40 hezar dolar dan me. Me navê Huawei li ser formeyên xwe nivîsî. Piştî çar mehan şîrket li me geriya, gotin bira pere ji we ra be. Tirkiye li ser vê meselê bi me ra rûnişt. Ji me ra gotin heger hûn ji Dalkurdê ra bibin sponsor emê operasyonên we yên li Tirkiyê rawestînin…”


Ji bo wê jî Huaweiyê sponsoriya xwe bi Dalkurdê ra nedomandiye. Çimkî tiriyê gotiye emê nehêlin hûn werin Tirkiyê.

Dewletek ji bo ku taximekî kurdan ji şîrketekê çend quriş alîkarî negre çi bênamûsî kiriye.

Yanî derdê wan dibê kurd diya xwe nebîne, kurd li tu dera dinyayê rehet neke, cara bi ser nekve, nebe xwedî tiştek. 

Îran, Îraq, Sûriyê wiha nakin, tenê Tirkiyê û tirk wer li dû kurdan in. Li her dera dinyayê li pey kurdan in, heger bikanibin nahêlin kurd li tu welatekî komeleyekê jî vekin. 

Li Japonyayê di zanîngehekê da qurseke kurdî vebû, xwestin rê li ber bigrin. 

Li Swêd zarokxaneyek kurdî vebû, Swêd protesto kirin, xwestin zarokaxene were girtin.
Axir li ku derê dibe bira bibe, wek kûçikên narkotîkayê wer dû kurdan in.

Kurd kanibin çi xerabiyê bi vê dewleta neyarê qewmê xwe, vê dewleta irqçî, façîst bikin, dibê texsîr nekin, ji destê kê çi xerabî tê texsîr nekin, bikin.

Hin kurd hîn jî hevalê vê hukûmetê û vê rejîma nazî ne. Bi însên ra ûjdan, xîret hebe, nabe hevalê hukûmeteke hewqasî neyarê qewmê xwe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE