26 maj 2020

Gava yek ji riya şaş vegere dibê meriv kêfxweş bibe

Gava yek ji dev ji siyaseteke şaş berde û were ser xeteke rast dibê meriv kêfxweş bibe, ne ku bibêje çima te berê wiha nedigot?

Osman Baydemir gotiye Tirkiye ne dewleta me ye, meclîsa tirk ne meclîsa me ye. Dewleta tirk naguhere û nabe dewleteke demokratîk. Tirkiye dewleteke dagirker e û hebûna wê li Diyarbekrê ne meşrû ye.


Baydemir siyaseta PKKê û HDPê ya Tirkiyeparêz jî rexne kiriye û gotiye ”em kurd in, welatê me Kurdistan e, dibê em îşê xwe ji şerê faşîst, kemalîst û îslamîstên tirk neynin, ji bo Kurdistanê bixebitin.”

Ji bo ku Osman Baydemir îro hatiye vê nuxtê û van tiştan dibêje kêfa min hat. Tiştên dibêje ji bo min ne nuh e, ez ev 40-50 sal e vantiştan dibêjim. Lê dîsa jî hatina wî ya vê nuxtê baş e, kêfa min anî.


Lê hin kes bi van gotinên Baydemir kêfxweş nabin, dibêjin eferndim Osman Baydemir berê wiha nedigot, çima nuha van tiştan dibêje? Miheqeq di bin vê da hîleyek heye.

Gava yek dev ji siyaseteke şaş berde û were ser riyeke rast meriv kêfxweş dibe. 

Lê hin kurdên me kêfxwşe nabin. Însan ”cumhûrîyeta demokratîk” diparêzin rexne dikin, dev jê berdidin, tên ser xeta netewî, Kurdistanî dîsa rexne dikin.

Ev nebû. Însan kînga ji xeta xwar, ji riya şaş vegere baş e, dibê meriv kêfxweş bibe. Ji xwe armanca kesên serxwebûnxwaz kurdê li ser riyeke şaş e, bîne ser riya rast.

Yê min bi xwe kî siyaseta HDPê û PKKê ya ”Tirkîyetiyê” red bike û were ser xeta netewî, bibêje em kurd in, welatê me Kurdistan e û dibê em ne ji bo demokratîkbûna Tikriyê, ji bo çêbûna Kurdistanê bixebitin kêfa min tê. 

Rast e dibê meriv tarîxê jî, kê çi kiriye jî ji bîr neke. Lê gava yek dev şaşiya xwe berde û were ser riya rat, baş e, dibê kêfa meriv were, ne ku meriv rexne bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE