02 april 2020

Wexta xwe vikûvala nebuhurînin


Wexta vala tuneye, lê wexta meriv vala, bêkar û bê îş derbas dike heye; fena meriv di hewangê da avê bikute. Wext dibuhure, lê li fêzê tiştek tuneye, meriv tim destvala ye, tiştekî bi ser avê naxe.

Lê heger meriv bixwaze meriv kane wexta xwe vikûvala derbas neke, ew di destê meriv da ye.

Ji ber Vîrusa Koronayê gelek kes ji mecbûrî li malên xwe ne. Ev yek ji bo gelek kesan tiştekî nuh e, heta zor û zahmet e jî.

Yê min qet ne xema min e, çimkî ev sê sal in ez antramana vî îşî dikim.

Lê her kes wek min ne bi antraman e. 


Meriv kane vê wexta xwe ya ”vala”,  vala derbas neke, karekî baş bike, tiştekî bixuliqîne, tiştekî fêr bibe. 

Dibê meriv qîmeta vê wexta xwe bizanibe. 

Ya bixwîne, ya bininvîsîne.
Heger hûn ji xwendin û nivîsînê hez nakin, fêrî xwarinçêkirinê bibin. 

Fêrî napêjiyê bibin. 

Di karê malê da bi xanimên xwe ra bibin alîkar. 

Ez  tu temî û şîretan li jinan nakim, ji jinan tiştekî naxwazim çimkî ji xwe karê malê giş di hustuyê wan da ye, ew ne motajî şîretên min in, di vî warî da hemû pîlot û eflatûn in.

XXX
Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne. Yê me jî ev demeke bûye ev mesele, mijarên sohbet û şevbêrkên me yên medyaya sosyal here were vîrusa koronayê ye. Here korona, were korona.
Koronayê him hinav li me qetand û him jî siyaset qedand.
Diya min a rehmetî tim digot lawê min, Xwedê meriv ji bêtarên giran bisitirîne. Qey bêtara giran ev e, hat serê me û dinyayê…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE