07 april 2020

Serokên partiyên kurd in zimanê wan tirkî ye


Di sedsala 21ê da heger serokê partiyeke kurd hîn jî twîttên xwe, beyanên xwe, meqaleyên xwe ne bi kurdî, bi tirkî belav dike bi baweriya min pir eyb dike, zirareke mezin dide hevalên xwe û kurdan.

Ma Mesûd Barzanî, serokê Goranê û YNKê twîtt û mesajên xwe bi erebî belav bikin rast e?


Bi baweriya min serokê partiyeke kurd dibê bi dost û hevalên xwe ra bi gelê xwe ra bi kurdî bipeyive û ji bi kurdî binivîse.

Gelo ez şaş im, ez neheq im?

Gerek serok, siyasetmedar û ronakbîr ji xortan ra, ji milet ra bibin numûne.


Haci Kardoxi Aştî Aştî Kê nivîsiye wî jì bêje kak Zinarê Xamo ji kerema xwe da em jì zanibin.

Zinarê Xamo Ma tu serokên pariyên kurdên bakur nas nakî?
Here li twîttên wan binêre, tu yê bibînî kî ne...

Tosinê Reşîd Gava serokê partîya kurda ji dost û hevalên xwe re bi tirkî binvîse, usane ne partîya wî partîya kurda ye, ne jî ew kurd e. Îro li Bakûr problêma mezin undakirina zimanê kurdî ye, ku bi xwe re undakirina kûltûra netewî tîne. Parastina zimanê kurdî, divêt yek ji giringtirîn armancên rêxistinên kurdan gişkan be: çi sîyasî, çi civakî.

Bedran Acar Tu gelek rast dibê je Kekê Zinar, lê mixabin pirên Kurdên, Bakûrê Kurdistanê hema devên xwe ve dikin di bêjin şertên me û yên beşên din ne yeke gelo şertên ne yek çinin?

Mehmet Fauzi Özmen Mesud Barzanî remze kurd u kurdîstanî bûneye lî, char alîye kurdîstane.
Hemû kurden welatparez wê pîrr bash dîzanîn.gêre Hun wen shîrretê xwe lî edîn bîkîn kekê heja..

Zinarê Xamo Çi heyf tiştê tu dixwînî tu fêm nakî. Berê tiştê tu dixwînî rast fêm bike û rexne bike.

Mehmet Fauzi Özmen Bî rastî mîn cardîn xwînd. Wateye kû Wê xwestî bîdîn xwendewanan tera mîn nêkîr. Gêre wê nawen dîn bî ser zîman xîstîne e bash bîba.

Cihan Rojava Raste!!! Em anka xwedî zimanê xwi derkevin kurdên avrupayî yên Ciwan ji salê xwi 30 Ali piçuktirin ji sedî 90 yi zimanê tirkî diaxivin vana giştik ber televizyonên tirka xwi bi dilxwazî asimile dikin.

Kadri Özkan Raste gerek axavtin û nivîse me bi Kurdi be lê şerd û mercê başûr rojava û bakur ne wek heve.

Heme Zana Partiyên Kurdan ji gelê xwe re dibine nimûne bes dibine nimûneyên xirab.

Hasan Kırmızıgül ÉŔÉ WELLEHİ VIR Û MAL A XWEDÉ TU NE NEHEQQİ!

XXX
Xwedê kir ku Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Arjen Arî negotin kes bi kurdî naxwîne û bi zimanekî din nenivîsîn, bi kurdî nivîsîn.

Heger van camêran û çend kesên din bi kurdî nenivîsîbûna ma nuha çi yê me hebû?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE