08 april 2020

Quloçên gê



Rojekê ji Xoce Nesredîn pirsîn, gotin:
-Xoce, dibêjin dinya li ser quloçên gê(ga)sekinîye. Gelo tu çi dibêjî, bi ya te ev rast ya na?
Xoce got:
-Wele ez bi viya nizanim, lê ez zanim ku li dinyayê gelek gayên ji viya bawer dikin hene.


Dayikên dîn
Azadê biçûk gazinên xwe bi Gulçîna hevala xwe kir, got:
-Tu zanî, diya min dîn e, ez qet tiştekî ji diya xwe fahm nakim. Bi şev hîn xewa min nayê bi zor min dike xew. Ez çuqasî digrîm, dibêjim xewa min nayê jî pere nake, dibêje rakeve. Û serê sibê zû jî tê bi zor min ji xew radike. Ma diya te jî weha ye?
Gulçînê got:
-Erê wele, diya min jî wek diya te dîn e, ew jî eynî tiştî tîne serê min.


Tema li mala bavê
Pîreka Reşoyê Cilînî çûbû mala bavê xwe zeyîtiyê. Piştî çend rojan Reşo hew kir, rabû çû pê xanima xwe. Bi şev bi dizîka çû xwe xirpişand ber jinikê û doz lê kir. Jinik pê da xeyidî, jê ra got:
-Şerm e, berî kes bi me bihese zû ji min bi dûr keve.
Reşo got:
-Çima tu nahêlî, ma em ne helalê hev in?
Jinikê got:
-Vira mala bavê min e, nabe.
Reşo bi xeyd got:
-Ê vira mala bavê te ye, ziyaret e, ma qey mala me kerxane ye!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE