03 april 2020

Nav ker bû kirin dahşik



Hemoyê ker
Li gundekî yek hebû, navê wî Hemo bû. Lê milet jê ra digot Kero û Hemoyê ker. Hemo xwe ji vê leqeba xwe qet aciz nedikir, lê xanima wî pir li ber xwe diket. Jinikê rojekê ji Hemo ra got:

-Hemo, ji ber vî navê te ez dikevim binê erdê, rabe berxekî xwe şerjê bike, muxtar û rîsipiyên gund biezimîne û vî navê pîs ji ser xwe rake. Ya na bi Xwedê ez û tu rojekê li ba hev nemînin.


Hemoyê reben ji mecbûrî bi ya jinikê kir, çû berxekî xwe avêt erdê, şerjê kir. Û dûra jî muxtar û rîsipiyên gund ezimandin, ji bo ku navê wî biguherînin.
Mîvanan piştî xwarin û vexwarinê ji Hemo ra gotin:
-Heyran me daxwaza te qebûl kir û me navê te guherand, me navê te kir dahşik. Ji îro û pê va emê ji te ra bibêjin Hemodahşik.
Hemo bi dilşadiyeke mezin baz da aliyê malê û ji xanima xwe ra got:
-Hurme mizgîniya min li te, navê min guhertin.
Jinikê got:
-Kirin çi?
-Kirin dahşik, ji îro û pê va navê min êdî Hemodahşik e.
Jinikê got:
-Wey li min porkurê! Lawo bi rastî jî tu ker î. Law ma tu nizanî dahşik mezin dibe, dibe ker.

Navekî nas
Nivîskarekî xort nivîsa xwe bir da destê redaktorê rojnameya bajêr a herî mezin û xwest ku ew meqala wî biweşînin. Redaktorê rojnameyê jê ra got:
-Em meqaleyên rojnamevan û nivîskarên xwe tenê diweşînin. Em nivîsên nivîskarên ji alî xwendevanên me va nayên nasîn naweşînin.
Xort got:
-Heger şertê we tenê ev be rehet e, çimkî navê min, navekî pir meşhûr e, ji alî her kesî va tê nasîn.
Redaktor got:
-Navê te çi ye?
Xort got:
-Navê min Mihemed e.

Kurê heywanekî
Di îşkencexana zindana Diyarbekrê da zabitekî tirk li hefsiyekî kurd dixe, di ber ra jî tim zirtan dide xwe û dibêje:
-Navê min şêr lawê şêra ye, zû bipeyive, ya na ezê te perçe-perçeyî bikim!
Lê girtiyê kurd napeyive. Bîstek derbas dibe, zabit dîsa bi hêrs dipirse:
-Zû bibêje navê min çiye?
-Weleh tu heywan kurê heywanekî bû, lê nuha navê wî heywanî nayê bîra min.

Qaz
Yek dimre, li wê dinyê îfada wî digrin. Jê dipirsin:
-Li dinyayê nabêna te û vexwarinê çawa bû?
-Tobe tobe, min tu carî qultek alkol jî bi devê xwe nekir.
-Te qet xumar lîst ya na?
-Şikir ji Xwedî ra ez ne yekî xumarbaz im, min tu carî destê xwe bi lîstik û kaxetan nekir.
-Baş e, nabêna te û jinan çawa bû?
-Ya sitar, ez û tiştên wer! Ez sond dixwim min tu carî doxîna xwe li heramiyê venekir.
Li ser vê îfadê, Cebraîl diqîre, dibêje:
-Zû ji min ra du baskan bînin!
Mêrik gelkî kêfxweş dibe, ji Cebraîl ra dibêje:
-Ma ezê bibim milayket ne wisa?
Cebraîl dibêje:
-Na, tu yê bibî qaz…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE