03 april 2020

Bira mirin hebûya kalbûn tunebûya...

Albert Einstein


Dibêjin dema hirç pîr bibe kudik pê gunikan dilîzin. Kal û pîrên reben jî ketin vî halî, ketine halê hirçê, her kes şîretekê li wan dike, her yek aqilekî dide wan.

Dengbêjan bela sebeb negotine ”bira li dinyayê mirin hebûya, kalbûn tunebûya, ax felek…”

Lê kaliyê, lê koriyê, wele mirin çêtir e ji nexweşîya Vîrusa Koronayê.


Wer xuya dike ev hevîr ewê hîn gelek av hilîne. Kebanî çi bike jî çare jê ra nîne.

Erê ez van gazinan dikim lê siheta min û xanimê hîn li cî ye, qotika Koronayê hîn bela xwe di me nedaye.

Bira malbata me, meriv, dost û heval me meraq nekin, em baş in...

Hêvî dikim ev mîqrob ji me û ji kurdan dûr be, di me negere, lê baş di dijminên me û dagirkerên Kurdistanê bigere...
Lê ez zanim nifira min boş e, qebûl nabe...





Bi Xwedê serê dinyayê jî tevlihev bûye, wê jî hiş berda ye û şaşomaşo bûye.
Do bu bihar bû, dinya xweş bû.
Lê îro wa ye berfê erd sipî kiriye, belekiyên berfê zivistan aniye hewşê.
Di ser da jî ji do êvarî da ye ba û bager e, vizîna bê ye.
Korona ne bes bû berfê jî xwe da ser, dema xerab tê li ser hef tê, biharê, di meha nîsanê da sar û seqema zivistanê bi paş da tê.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE