28 mars 2020

Wêrekî ne ehmeqî ye


Tirsonekî, newêrekî tu carî ne baş e, meriv ne tirsonek, wêrek be baştir e, meriv tim li karê ye.

Lê belê bêtirsî, wêrekî dibê nebe sebebê meriv xwe ji mirinê, ji tiştê ji meriv ra bi zirar e neparêze. 

Xwe ji nexweşiyê, ji mirinê neparastin ne wêrekî ye, nezanî, cahilî û ehmeqî ye.

Vîrusa Koronayê şewb û nexweşiyek pîs e, di însên digere û dibe sebebê mirinê. Lema jî ji bo ku meriv zirarê nede xelkê, nebe sebebê mirina kesên din dibê meriv li paqijiya xwe miqate be û guh bide gotin û pêşniyarên pisporan. 

XXX
Di van rojên tije deng û bahsên ne xweş, dilzîzkir da dibê meriv dest ji ber xwe bernede û nekeve nava xemên bêhêvîtiyê. Di jiyanê da qedandina tiştekî her tim bûye sebebê destpêka tiştekî din.

Kî zane belkî piştî vê badîreya malxerab însan xwe baştir techîz û organîze bikin. Ev vîrus ji bo tevahiya dinyayê bû îmtîhan û tecrûbeyeke giran û mezin. Ewê hin tiştên baş bi xwe ra bîne.

XXX
Kurdên kurdperwer hemû wek hev nafikirin. Hinik çep, komunîst, atatîst in, hinek dîndar û bawermend in.

Carnan meriv li ser tiştekî, bûyerekê li hev nake, fikrê xwe dibêje, hev rexne dike.

Yek kane neheq, yek bi heq be; yek rast, yek şaş be, ay jî herdu serî jî şaş bin...

Di minaqaşê da meriv ne fanatîk be, gotinên ne xweş ji hev ra nebêje baş e.

Yê qedrê diya xwe bizanibe ji diya xelkê ra xeberan nade.

Ji bo ku meriv ji tiştekî bawer dike, îmanê pê tîne ev nayê maneya ew rast e, dibê her kesî wek meriv lê binêre.

Heta rastiyê jî ne şert e meriv bi hêrs bibêje.
Nîhayet wek şaşiyê, rastî jî îzafî ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE