16 mars 2020

Fermana kal pîran rabûye


Weleh fermana me kal û pîran rabûye. 

Hukûmeta Swêd, tuxtor û pirsporên swêdî dibêjin kal û pîrên di ser heftêyî ra ji gerek ji malên xwe dernekevin, neçin dikan û markêtan, li otoboz û trênê siwar nebin.

Dixwazin kal û pîrên feqîr gişan di malên wan da hefs û zindan bikin.

Erê ez hîn bi ser 70yî neketime, nuh ketime 70yî, lê dîsa jî li gorî aliman di qada tahlûkê da me.


Lê li gorî temiya pisporan dibê neçim nava milet û derên qelebalix û çûna dikan û markêtan û rêwîtiyê jî ji bîr bikim.

Bi Xwedê kalîtî qet ne xweş e…

Bi min wer tê fena ku hinekên dixwazin jimara kal û pîran kêm bikin ev vîrûs li dinayayê belav kirine. 

Çimkî yên pê dimrin ne zarok û xort in, hema hema hemû kesên kal û pîr in. Yanî vîruseke li dû qesda ruhê me ye…


XXX
Helebçe, em tu carî te ji bîr nakin !
Îro dîsa 16ê adarê ye, roja ku 32 sal berê zaliman li Helebçeyê jahrî bi ser gelê me da barandin. Qurbaniyên Helebçeyê hemûyan bi hurmet bibîr tînim.
Ji ber tehlûkeya Vîrusa Koronayê kurdên Swêd îsal jenosîda Helebçeyê bibîr naynin



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE