01 mars 2020

Bi bertîlkirinê Erdogan nasekine !


Tirkiye tevayiya Sûriyê bigre jî ewê dev ji tîcareta koçberan bernede.

Dibê ewrûpî viya baş bizanibin.

Tîcareta koçberan ji bo Tirkiyê bûye îndusturiyeke mezin, Erdogan bi vê kartê û şantajê îktîdara xwe didomîne. Heta tirk zorê nebînin ewê tu carî dev ji vê tîcareta xwe bernedin. Hebûna Erdogan li ser vê tîcaretê û berdewamiya şerê Sûriyê ye.

Yekîtiya Ewrûpayê çiqas xûgêyê bide Erdogan jî, tirkan çiqasî bertîl bike jî tirk nasekinin, ewê vê tîcareta bidomînin. Dibê tirk zorê bibînin


Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî vê şantaja Erdogan hustu xwar bike, Erdogan ewê bitahmije, çend rojên din ewê şantajeke din bike, ewî hin tiştên din bixwaze.

Wezîrê karên derve yê Tirkyê Çavuşoglu gotiye, ”Li sahê jî, li ser masê jî emê tawîzê nedin. Êdî paşdavegera ji vê riyê nabe.”

Yanî mirêk dibêje derên me dagir kirine emê nedin. Ji xwe ji roja roj da nêta tirkan ev e.
Ez viya tim dibêjim, tirk ji erdê dagir kirine ewê tu carî bi rehetî dernekevin.

Zimanê tirk jê fam dikin zor e, ço ye, devê tivingê ye, heta tirk viya nebînin ne ji Sûriyê û ne jî ji Îraqê dernakevin.



 XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan pir vekirî gotiye ji bo çi li Sûriyê ew şerê kurdan dikin. Qet durûtî nekiriye, her tişt vekirî gotiye:

”Heger micadela îro em li Qamîşloyê, li Efrînê, li Minbicê didin em nedin, sibe emê mecbûr bibin vê micadelê li Şirnexê, li Mêrdînê, li Rihayê bidin.”

Nuha we fêm kir tirk li Sûriyê çima bi Daîşê ra şerê kurdan dikin?

Erdogan dibêje li ku derê dibe bira bibe, ji bo wan qet ferq nake, dibê li tu derê kurd nebin xwedî maf. Ji bo ku kurd sibe li Mêrdînê, li Şirnexê, li Rihayê nebin xwedî maf, dibê kurdên Qamîşloyê û Efrînî îro werin pelixanidin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE