15 mars 2020

Bapêşekê dinya li bin guhê hev xist



Hukûmeta Swêd îro biryar da kes neçe derveyî welêt. Yasax nekirine lê belê dibêje neçin. Çimkî yên herin belkî nikanibin vegerin.

Bi kurtî rewşa dinyayê her ku diçe xerabtir dibe. Bi qasî xuya dike vîrus ewê tesîreke pir mezin li seranserê dinyayê bike, bi tesîrên aborî ra, ewê tesîrên wê yên siyasî û civakî jî hebin.

Aboriya dinyayê rûbirûyê xetereke mezin e, heger di demeke nêz da dermanê vê mîqrobê nebînin, pêrgiyê lê negirin, aboriya dinyayê ewê baş biheje.


Xwedê kir ez û xanim teqawit in, ya na ji sedî 90 em bêkar diman û perîşan dibûn. Nuha çawa be jî mehaşekî me heye û debara me dibe.

Tiştekî pir ecêb e bapêşekê(arsimekê, zekemekê) dinya serobinî hev kir...
XXX
Felaket wek nexweşiyeke şewbê ye, vìruseke têger e. Lê li alî din meriv baqil dike, tiştê berê meriv nizanîbû, nedifikirî fêrî meriv dike. Ew bi xwe pîs e, têger e, lê aqil jî belav dike.

Ferqa vê felaketa Vîrusa Koronayê ne şexsî, ne ya miletekî û welatekî tenê ye, bobelateke mişterek e, bela hemû dinyayê gişî ye.

XXX
Însanan heta nuha gelek kul, şewb, tebek û nexweşîyên pîs û giran dîtine, lê dawiya dawî zora gişan jî birine, ji gişan ra jî derman dîtine.

Di demeke kin da ewê dermanê Vîrusa Koronayê jî bibînin. Wî demanî jî ewê "gawir" bibînin. Ji xwe ne xêra "gairan" be însan perîşan in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE