26 februari 2020

Ji derewên medyaya tirk bawer nekin



Medyaya tirk carnan xeberên li ser girtina haval û endamên Daîşê belav dike, dibêjin xwedêgiravî li filan bajarî nizanim çend endamên Daîşê hatine girtin.

Bi baweriya min vir e, dezînformasyon e, ji bo propagandê û xapandina raya giştî û Ewrûpayê ye.

Tirkye endam û havalê Daîşê nagire û navêje hefs û zindanan. Dibê meriv ji vê derewa tirkan ya bi boçok bawer neke.


irkiye li Sûriyê, li Idlibê ji bo parastina çeteyên Daîşê û malbatên wan bi Sûriyê ra, bi kurdan ra, bi Rûsyayê ra di şer da ye, ji bo ku Daîşê ji êrîşên Rûsyayê û Sûriyê biparêze telefon ji destê Erdogan da nakeve, geh ji Trump alîkariyê dixwaze, geh ji Pûtîn agirbestê. 

irkiye ji bo parastina Daîşê tu nemaye bi Rûsyayê ra têkeve herbeke mezin.

Bi dehhezaran malbatên Daîşê li Efrînê, li Girê Sipî û li Serêkaniyê bi cî kirine. Heta do El Bexdadî mîvanê  Erdogan bû. Hîn jî serok û mezinên Daîşê giş li Tirkiyê ne. Lema jî dibê meriv guh nede virên tirkan yên girtina endamên Daîşê; tirk çeteyên Daîşê nagrin, ew çete û leşkerên Tirkyê ne û li Sûriyê û li Lîbyayê bi bin fermandariya artêşa tirk da şer dikin. Ne Daîş û çeteyên îslamî bin Tirkiye nikane hefteyekê li Sûriyê bimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE