27 februari 2020

Ev dunya xewneke


Meriv tê dunyayê, dibîne, digere, dixwîne, fêr dibe, ji bîr dike, nas dike, nas dibe, hêdî hêdî mezin dibe, kal dibe û dû ra rojekê her tiştî, mala xwe, zarokên xwe, perê xwe, kitêbên xwe, nivîsên xwe, hevalên xwe û bîranînên xwe li dû xwe dihêle û dihere.

Însan çend rojan qala te dikin, dû ra te ji bîr dikin. Sîstem wiha ye, çerx wiha digere, meriv tê û dihere, dû ra hinekên din tên, ew jî diherin û hinekên din tên. Kes nizane ev çerx heta kînga ewê wiha bigere…
Bi dilê te be, ne bi dilê te be, sîstem ev e...


XXX

Di van du rojên dawî da mirinê sê kurdên kurdperwer , Seîd Yûsif, Zeynel Abîdîn Xan û Dr. Ciwan Heqî ji nava me birin. Fena ku ev hefta bêyom bû hefta mirinê.

Tu kes ji vê dinyayê zindî, sax dernakeve. Her kesê rojekê bimre. Her kes bi viya baş zane. Lê dîsa jî meriv mirinê bi kêfxweşî, bi dilşadî qebûl nake; mirin çiqasî dereng li deriyê meriv xe jî meriv dibêje te xêr e, hîn zû ye, hela hinekî din bipê.

Lê meriv çiqasî bijî jî roj hemû diçin mirinê, dawîya dawî ew roj tê û meriv teslîmê mirinê dibe. Helbet zû neyê, hinekî dereng li deriyê meriv xe baş e, meriv zêde naşeqize.

Xwezî bi wan kesên ku mîraketek baş, navekî baş li pey xwe hîştin û xatir ji me xwestin.
Ruhê hersê gorrbihuştan jî şad be.

XXX
Gelek kes ji ber wefata Zeynel Abîdên Xan ya ji nişka ve mesajên xemgîniyê belav dikin, xemgîniyên xwe tînin zimên.
Wefadarî, qedirşînasî baş e.
Zeynel, kurdekî ji dil û can kurdperwer û evîndarê Kurdistanê bû. Di saxiya xwe da ji gelê xwe ra gelek tiştên baş kir, mîrat baş li pey xwe hîşt.
Lê meriv di saxiya hev da qedrê hev bizanibe baştir e. Kurd bi piranî dilên piştî mirinê.
Serê malbat û hezkiriyên wî sax be, Xwedê sebrê bide malbata wî.

 XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye wan carê Idlib dagir kiriye û ewê tu carî Idlibê nedin Sûriyê, ”li Idlibê emê gaveke biçûk jî paş ve navêjin.”
Rast gotiye, ji destpêkê nêta wan dagirkina axa kurdan û Sûriyê ye.
Heger hinek bi darê zorê wan dernexin, ew ji Efrînê, ji Idlibê, ji Girê Sipî û ji Serêkaniyê û her dera dagir kirine dernekivin.
Ev tirk in, tarîxa wan tarîxa talan û dagirkeriyê ye. Vana qiriniyên bi xwîna xelkê dijîn.
Kurmê şîrî heta pîrî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE