05 februari 2020

Êdî bloga hindin-rindik bi muzîka kurdî ra bixwînin



Mizgîna min li we evîndarên muzîka kurdî û xwendevanên bloga ”hindik-rindik” !  

Min kanala ”KurdFM Dengê Hunara Kurdî” li bloga xwe bar kir. Êdî hûn kanin bi xwendina hindik-rindik ra li muzîka kurdî jî guhdarî bikin.

Him xwendin, him muzîk, herdu bi hev ra, xêra Xwedê… Ev îmkan li tu dereke din tuneye û him jî belaş, qurişekî we jî lê naçe. 

Kerem bikin, bi kurmanciya Wêranşarê ya şîrîn û him bi muzîka kurdî mest bibin.


Yê ev xizmet li hindik-rindik zêde kir Emer Faruk Baran e, mala wî ava be. Li ser navê xwe û we hezar carî sipasî wî dikim. Di hostayê mîzanpaja bloga hindik-rindik ew e, ne xêra wî bûya min nikanîbû blogeke hewqasî xweşik çêkim.

Gelek sipas Emer, tu destê xwe bavêjî axê, ax di destê te da bibe zêr, Xwedê yekê te bike hazar…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE