24 februari 2020

Çend fotograf ji konsera Yekîtiya Netewî



Ez û xanim îşev çûn Konsera Yekîtiya netewî ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê. Konsereke pir xweş bû, pir qelebalix bû, ji gelek bajarên Swêd kurd hatibûn li hunermendên xwe guhdarî bikin.

Şivan Perwer, Kejal Ademî, Diyar Dêrsimî û Hesen Şerîf bi deng û kilamên xwe şev geş kirin û dilê gel rakirin pêdarê.

Şivan Perwer îşev di forma xwe da bû, bi sitranên xwe yên kilasîk û gelêrî û netewî salona tije rakir ser niga û bi sedan kesî pê ra nekaret kirin.




Sê xwendekar, sê kulîlkên kurd jî ji Polonyayê ji bo gerê hatine Stockholmê, ew jî hatibûn şevê. Me hev dît û çend fotograf jî bi hev ra girtin. Bi dîtina van hersê kulîlkên kurd, bi mîvandariya wan ez û xanima xwe pir dilşa bûn. Ev hersê xanim ewê rojekê bibin mîvanên me jî û ezê wan li Stockholmê bigerînim.









Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE