24 februari 2020

Bi darê zorê kes nabe hevalê meriv


Ji me kurdan hinek bûne heval û rêberên dijmin û bi dijmin ra şerê me dikin, naxwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê rizgar bibin. 

Ev celeb kes êdî ne ji me ne, ew jî bi qasî dijmin, dijminê gelê xwe ne.

Lê hinek jî hene ne hevalên dijmin in, ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin, lê dane ser riyeke şaş, bi kesên şaş ra hevaltiyê dikin. 


Li ser xebata ji bo kurd û Kurdistanê, li ser riya azadiyê em wek hev nafikirin. Lema jî em li hev nakin û carnan jî dikevin gewriya hev.

Ev yek ji tevgera kurd ya netewî ra ne baş e, gerek hêzên netewî dost û mitefikên hev bin.

Armanca me dibê şer û ne neyartiya hev be, dibê em hev îqna bikin. Dibê em bi zimanekî maqûl bi he vra bipeyivin, gotinên xerab ji hev ra nekin. Bi zorê, bi gefan meriv nabe dost û mitefikê hev.

Dibê em bixwazin ev kes, ev hêz ji riya şaş werin ser riya rast, dev ji tirkan û ji xeyala demokratîkirina Tirkiyê berdin û bêtir bibin nasyonalîst û şîarên nasyonlîzmê bilind bikin, li hemû sembol û hêjayiyên netewî xwedî derkevin.

Bêtifiqayiya hêzên netewî li zirara kurdan û li kare dijmin e, her kesê, her hêza ne hevalê dijmin e, dibê dest bidin hev û bi hev ra dost bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE