02 januari 2020

Soza salê


Soza salê. Peyveke, ahdek bi navê ”soza salê qewla salê” heye, hin kes bi sala nuh ra biryareke nuh digrin, sozekê didin xwe, dibêjin emê îsal filan tiştî bikin ya jî dev ji filan tiştî berdin. 

Ev adet wek li her welatî heye, di nava me kurdan da jî heye, hin kurd jî ”sozeke salê” didin xwe.

Hinek soza terikandina cixarê didin xwe, hinek ya sporkirinê, û soza hin tiştên din didn xwe...


Lê heta nuha min nedîtiye kurdekî gotiye ezê îsal kurdî fêr bibim, kurdiya xwe bi pêş xim, ya jî ezê bi zarokên xwe ra êdî bi tirkî nepeyivim, bi kurdî bipeyivim.

Çembera tirkî sal bi sal li dora me teng dibe, bajarên wek Erzinganê, Sêwasê, Entabê, Meletyê, Meraşê, Xarpêtê, Bîngolê, Erzeromê, Qersê, Îdirê hema hema ji dest me çûne. Li van bjaran tirkî êdî bûye zimanê piraniya kurdan.

Nuha dor hatiye Rihayê, Diyarbekrê, Batmanê, Mêrdînê, Şirnexê.

Heger partiyên kurdan, kurdên welatparêz, kurdên naxwazin bibin tirk bi zarokên xwe ra, bi hev ra, li bajêr û bazarê bi kurdî nepeyivin, em ji xwe ra bibêjin em kurd in jî kurdî diqede.

Kurdî(kurmancî, zazakî)li ber çavên me dimre. Di vê mirinê da sûcê me jî heye, çimkî em bi zimanê xwe napeyivin, em zarokên xwe bi kurdî mezin nakin, em zarokên xwe asîmîle dikin.

Yanî di asîmîlasyona kurdan da kurd jî bi qasî dewletê sûcdar in, ew li zimanê xwe xwedî dernakevin. Ev yek jî mirina kurdî pir zûtir dike. 

Ev ne propagande ye, her kes vê rastiyê dibîne. Lema jî dibê kurd ”soza salê” ya axaftina kurdî bidin xwe, dibê bi zarokên xwe ra, li bazar û bajêr bi kurdî bipeyivin, bi dikandaran ra tu carî bi tirî nepeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE