11 januari 2020

Meleyên virek piştî sê rojan li xwe mukir hatin



Îranê xistina balafirê nîhayet qebûl kir. Dizên bîstanan li xwe mukir tên zivistanan.

Qatilên dest û devbixwîn, mecbûr man li xwe mukir bên !
Berê înkar kirin, gotin tiştekî wiha qet ne mimkûn e, balafir bi xwe ketiye. Me balafir nexistiye, buhtanan li me dikin. 

Ji bo ku sûc û qetlîama xwe veşêrin sê rojan derewên nemayî li hev anîn, gelek tişt jî îmha û wenda kirin. 

Lê têrê nekir, piştî ku Amerîkayê fîlm û belge nîşan da, mecbûr man li xwe mukir bên û sûcê xwe qebûl bikin.


Ev sê roj in înkar dikirin, hezar û yek derew li hev dianîn. Sextekarno, virekno, qatilên devbixwîn

xxx

Meleyên îranî yên virek û qatil xistina balafira Ukranyayê sê rojan çîp înkar kirin, gotin me nexistiye.
 
Lê dû ra, piştî Amerîkayê fîlmê xistina balafirê weşand û Amerîka û Kanadayê gotin em kanin îspat bikin Îranê balafir bi rakêtekê xist. 

Li ser vê, meleyên virek mecbûr man li xwe mukir hatin, gotin erê me ji ruyê Amerîkayê da bi şaşî balafir xist, Amerîkayê em xistine sitresê…

Dibê dinya rabe û rûne û sipasî Amerîkayê bike, heger ne fîlmê Amerîkayê bûya dinya jî xera bibûya Îranê xistina balafirê qebûl nedikir, ewê bigota me nexistiye, ji ber şaşiyeke teknîkî bi xwe ketiye.
 
Ji xwe sê rojan înkar kirin, hewil dan hemû delîlan wenda bikin. 

Lê fîlm û delîlên di destê Amerîkayê da pir saxlem bûn, lema jî ji mecbûrî teslîm bûn.

Heger dewleteke wiha bêmesûlîyet bibe xwediyê sîlehên atomî ji bo dinyayê tahlûkeyeke pir mezin e. Yê li ciyê rehet balafireke siwîl û di nava bajêr da bixîne, di dema şer da, heger di dest da sîlehên giran hebe, kane her tiştî bike. Lema jî dibê Îran nebe xwediyê sîlehên bi tahlûke.

Gava Îsraîl û Amerîka naxwazin Îran bibe xwediyê sîlehên tahlûke bi heq in, ev rejîma îslamî ji bo xwe biparêze kane her xerabiyê û dînîtiyê bike.

Heger Îsraîl ev balafir xistiba û sê rojan înkar bikira nuha dinyayê qiyamet rakiribû. Lê dinya ji Îranê ra îltîmasê dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE