05 januari 2020

Îro dîyariyeke bêhempa gihîşt min



Îro diyariyeke(xelateke) pir giranbuha, diyariyeke ez qet ne li bende bûm û ez pir dilşa kirim ji min ra hat. 

Ez kanim bibêjim ji bo min bû surprîza salê. Tu diyariyeke din ewê ez hewqasî kêfxweş nekirama.
 
Îsal kabê min tim mîr tê, Xwedê bi xêrê bigerîne...

Xweha(xwişka) Arjen Arî, Necla Akay xanimê bi riya hevalekî 9 cildên şîîrên Arjen Arî ji min ra şandiye. Ev çap ya herî dawî ye.


Hemû 9 cild in û ji alî Weşanxaneya Sor ve bi çapeke pir xweşik hatiye çapkirin. 

Mala Weşanxaneya Sor û kesên ev kar kirine ava be, karekî pir baş û pir hêja kirine, Arjen Arî layiqî çapeke wiha xweşik e. Nuha hezkiriyên Arjen Arî kanin bibin xwediyê hemû şiîrên wî. 

Ez çiqasî sipasî xweha(xwişka) ev diyarî ji min ra şandiye bikim jî hindik e. Ji bo ku ez hatime bîra wê û ev diyariya li ba dilê min gelkî giranbuha ji min ra şandiye, hezar carî mala wê ava be.

Du roj berê hevalekî min telefonî min kir û got emanetekî te li ba min min heye, were ez bidim te.
 
Dema qala meselê kir û got xwişka Arjen Arî kitêb dane wî û xwestiye bide min, ez matmayî mam. Çimkî him ez ne li bende surprîzeke wiha bûm û him jî min nizanîbû xwişka Arjen Arî li Swêd dijî.

Lê piştî ku hevalê min hinek agahdarî dan min, min  xanima hêja nas kir. Lê min nizanîbû ew xwişka Arjen Arî ye.

Îro min çû hevalê xwe dît û camêr emanetê min sax, selîm, wek gulekê da min. 

Hin kitêbên Arjen li ba min hene, lê ne hemû cild. Îro bi xêra xwişka hêja hemû cildên şiîrên Arjen Arî ket kitêbxaneya min.

Gelek sipas ji xwişka hêja Necla Akay ra ji  bo ku ev dîyariya gelkê hêja ji min ra şandiye.

Sala 2020a heta nuha baş derbas dibe, hêvî dikim tim wiha dom bike.



Şêrgele

-şîrê şêr di eyarê şêr de-
şêrgele hebûn şêrgele
-çi mê çi nêr-
li berpalên Agrî kite-kit dînemêr
li zaxrojan kur î kurroj
û
sîng kele!
ristek xerîbî ne d’ stranekê de
hin di qefesan de lexebkirî, baz
çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan
kêl spartî çiyayê xewnan
ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî
şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan!
şêrgele hene; dûre-war... û bendî
şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî
şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark
bi navê Leylê, û Şerefkendî!
çiya sêwî ne niha bêyî wan
Helgurd sêwî ye
Sefîn sêwî, Sîpan sêwî...
çeper bêxwedî ne li Cûdî
li Lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan
kî bûn ew hokê hokan?
ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo
kî bû lo, kî bûn
ew ên dil pola
û
gurçik risas? !
şêrgele hene; bê kêl û bê gorn
şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron
şêrgele hene, ji azadiya bi gon
di bin axa sar de b’ axîn razayî!
di binê aşûteke xezeb-spî de man
an çûn li ber pêlên aveke tezî?
xwezî ez miribûma, û hew bû!
Newal bê guh diman... û şer bû!
Çiya bê ser diman... û şer bû!
şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!
şer bû...
şer bû...
şer bû...
mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan xewna her kesî!
şêrgele hene; kefen ezmanê sayî
şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî
şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!
hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî
bawerî bûn bawerî dildarê çiyan:
dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan
Jiyan asikeke por-ewr bû
Sîrwan çefî-sor simbêl qeytan
bûka Agirî bû destgirtiya Azad
Medya esmer esmer, şar kesrewan…
kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr...
min navek li kurê xwe kir:
Rizo
Kalo
Berzencî...
min navek li kurê xwe kir:
Qadî
Simko
Barzanî...
min navek li kurê xwe kir:
Mazlum
Gabar
Munzir...
min navek li kurê xwe kir:
yek mir, sedî tol hilanî!
şêrgele hebûn; koçek Koçgirî
şêrgele hebûn li hembêza Agrî
şêrgele hebûn bi nav Ihsan Nûrî
Şîmal bi şîmal Barzan bi xwe bûn!

XXX

Kol î poşman

Bi parsê ketibim
Li kolana te evdal
Li devderiyê te qereçî
Têr bike vî dilê birçî
Keçê, ka maçekê!
Tê bidî ji gerdenê bide,
Ji keviya hinarkê
Ji kaniya lêvê
Te bivê dibim mêvan,
Te bivê şevê dikim deman
Te nevê, vedigerim ji devê derî
Dest-vala
Û
Kol î poşman!
Arjen Arî

2 kommentarer:

PARVE BIKE