03 januari 2020

Hêvî dikim Îran bi dû heyfê keve

Qasim Silêmanî


Hêvî dikim Îran bi dû heyfa Qasim Silêmanî keve, heger tiştekî wiha bikin ewê bela xwe bibînin.

Dijminên me xurt in, em nikanin bi wan, lê gava hinekên din li wan xin baş e, dibê kêfa me bê.

Amerîkiyan dîtin tirk û ereb ne dîwarê Amerîka pişta xwe bispêrê, ev ji bo me baş e.


Di rojên pêş da Amerîka ewê bêtir xwe nêzî kurdan bike, li başûr û rojavayê Kurdistanê ewê bêtir destegê bide kurdan.

Çimkî li herêmê bêyî kurdan tu miletê Amerîka pê ra bibe dost û mitefik tuneye.

Heger Amerîka dixwaze li herêmê bimîne dibê bibe mitefikê kurdan.

Hela em binêrin rojê pêş çi nîşanî me dide...

XXX

Kurdê bi kuştina Silêman Qasimê qatil xemgîn bibe rutbeya wî çi be û bi devkî çi bibêje jî ew jî neyarekî kurda ye.

Tu kurdê paqij û xwedî ûjdan bi kuştina neyarekî, bi îblîsekî wek Silêman Qasimî xemgîn nabe. Yê xemgîn bibe ne dilxwazê kurdan, dilxwazê Îranê û Qasimî ye.
XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE