12 januari 2020

Heger polîsên îsraîlî hezar filistînî kuştibûna...!



Li gorî beyanên resmî yên pûlisên Îranê di meş û çalakiyên berî kuştina Qasem Suleymanî da 1000 kes hatiin kuştin. Hêzên muxalif dibêjin jimar kane gelkî zêdetir be.

Em bibêjin bira hezar kes be.

Ne hezar mirîşk in, hezar însan kuştine !

Û yên kuştine jî piraniya wan jî kurd in. Ew bi xe nabêjin lê partiyên kurd dibêjin piraniya kuştiyan kurd in.

Heger polîsên Îsraîl 1000 filîstînî û mixalif kuştibûna ewê dinya bihejiya, medyaya dinyayê,

Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê, dewletên musilman ewê qiyamet rakiribana.

Lê belê li hemberî van qetlîamên meleyên Îranê yên faşîst hemû cîhan bêdeng e, kes ji meleyên qatil ra tiştekî nabêje.



Ev şêl û bêdengiya dinyayê cesaretê dide meleyên rejîma îslamî ya faşîst.

Benê wan di setê wan da ye her roj çend kurdan û mixalifan li meydanên bajaran bi vîncan ve li ba dikin û dinya jî li vê wahşetê temaşe dike.

XXX
Hin tişt hene hewceyî dubarekirinê nake. Lê hin tişt jî hene jê ra dubarekirin, sêbarekirin lazim e, heta gelek caran neyê dubarekirin ji alî însanan ve nayê qebûlkirin.

Micadele û şerê li hemberî asîmîlasyonê bi gotinekê, bi beyanekê, bi şîretekê bi ser nakeve, jê ra îstîkrar û xebeteke dûr û dirêj lazim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE