01 januari 2020

Gelek sipas hevalno !



Me do bi şev bi çend hevalên qedîm ra him sala nû û him jî 70 saliya min pîroz kir. 

Haya min ji pîrozkirina 70 saliya min tunebû, hevalan wek surprîzeke sersalê ya xweş diyarî min kirin. 

Ji bo wê şeva gelkî xweş û surprîza ez ne li bende bûm ez ji dil û can sipasiya hevalan dikim û dibêjim mala hemûyan ava be. 


We bi wê qedirşînaziya xwe ez dilşa kirim. Bi hebûna dost û hevalên wek we ez gelkî serbilind û kêfxweş im.

Her wisa li ser nave xwe û xanima xwe sipasiyek ji dil ji Perîn Lewendî, Gulçîn, Perwîn Aliş, Şukran, Mencê xanimê û ji her kesê ew şeva xweş û xwarinên bi tahm û lezet amade kirin. Hûn her hebin.
Znarê Xamo û Hêviya Xamo


Lînka fotografan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE