07 januari 2020

Di cenazeyê Qasim Suleymanî da qetlîam


Di merasima cenazeyê Qasim Suleymanî da îzdîham û gelmaşeyeke pir mezin çê bûye, bi gotineke din qetlîam çê bûye. Însanan pê li sere hev kirine, li gorî medya dinivîse ji 50 kesî zêdetir di îzdîhamê da mirine û 213 kes jî birîndar bûne.

Jiyan û kultura merivên dinyanedîtî, paşdamayî, fanatîk kaos e, anarşî ye, nizanin miriyekî xwe jî wek merivan, bi şiklekî medenî gorr bikin. Wek hovan, wek lawiran pê li serê hev kirine, hevdu pelixandine...


Ji bo gorkirina şexsekî 50 mirî û 213 birîndar sosireteke mezin e, lê di civatên fanatîk da normal e.

XXX
Tirkiyê El Bexdadî di nav tunêl û li pişt heft deriyan da baş diparastin, lê kurdan û Amerîkayê dîsa ew dîtin û îşê wî qedandin.

Qasem Suleymanî wek serekerkanê Îraqê bû, lê dîsa jî ji kuştinê xelas nebû, Amerîkayê tezkereya wî tije kir.

Ebu Mehdî el-Muhendîs cîgirê Heşdî Şabî bû û xwe wek împeratorekî didît, lê têrê nekir, Amerîkayê ew jî bi Qasem Suleymanî ra şand dinya wî alî.

Herêm pir bêîstîkrar e, kes nizane saetek, du satên din ewê çi bibe. Belkî sibe hin bûyerên meriv qet texmîn nake biqewimin û hin giregirên din jî herin rahmetê.

Surprîzên dinyayê pir in, lê yên herêma me zêdetir in. Dibê meriv viya bizanibe.

XXX
Îro tu dijminekî me bi qasî Tirkiyê û tirkan neyartiya me nake.
Tirk ji me îkrah dikin û heta ji wan û ji dewleta wan tê zulmê li me dikin, xerabiyê bi me dikin. Welatê me, malên me wêran dikin, me bi çolan dixin, neyarên me di gund û bajar û malên me da bi cî dikin.
Heger em kanibin, heger ji destê me were dibê em viya ji tirkan ra nehêlin. 

XXX
Tirk erebên Idlibê, malbatên çeteyên terorîst dibin li Efrînê bi cî dikin. Eynî tiştî li Girê Sipî û Serêkaniyê jî dikin. Nikanin hemû kurdan qir bikin lê demografiya Kurdistanê diguherin. Ev jenosîd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE