21 januari 2020

Apo ne gêj e, lê nikane her tiştî bibêje


Dibêjin gotina rast tahl e, lê ne rast e, carnan ji bo hinekan tahl be jî, bi piraniyê şîrîn û xweş e. Li ser beyana Platforma Zimanê Kurdî(li kurdî xwedî derkevin)min twîttek nivîsî bû, min ji platformê ra wiha gotibû:


"Heger berpirsiyarên partiyên kurdî û Platforma Zimanê Kurdî dixwazin xelk guh bide beyana wan ya bi kurdî bipeyivin, dibê ew dev ji twîttên bi tirkî berdin, bi kurdî(kurmancî, zazakî)binivîsin
Tu yê twîtttan bi tirkî binivîse û ji xelkê ra bibêjî bi kurdî bipeyive li hev nake."

Ev twîtta min 6637 caran hatiye nîşandan, yanî gelek kesî ew xwendiye û gelekan jî ecibandine. Wê demê gotina rast hertim ne tahl e, dibê meriv biwîre rastiyê bibêje. Rastî îzafî be jî di gotina wê da mahzûr û zira tuneye.

XXX
Apê sorovîçî, ji destê wî gurî derket, kete destê wî hirçî.
Em kurdên bêpişt û bêkes jî ji destên tirkên kemalîstên hov derketin, ketin destên îslamîstên faşîst û zebaniyên bêtir wehşî.
Kemalîst, îslamîst, faşîst ferq nake, hemû neyarên serê me ne.
Kurdên bi wan ra bibin heval, rêberên qatilên bav û birayên xwe ne.

XXX
Apko ne kerr û gêj e, bawer bikin bi gelek tiştan zane, lê him naxwaze û him jî newêre her tiştî bibêje.
Û ev yek jî jê ra dibe derd û kul, merez û sergêj e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE