23 december 2019

Yê azadiyê bixwaze dibê ji bo wê bixebite


Azadî xweş e.
Serxwebûn xweş e
Li vê dinyayê em kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe xweş e.
Ala rengîn li ber Neteweyên Yekgirtî di nava alên welatên din da hêl be xweş e.
Lê tiştên xweş bi xwe çê nabin, dibê meriv ji bo dîtina tiştên xweş bixebite.



XXX
Rûsya li Sûriyê û li rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan û Esed siyaseteke pir namerdane dimeşîne.

Ji bo ku nabêna Tirkyê û Xerbê xera bike, Kurdistanê gav bi gav diyarî tirkan dike, rê dide tirk welatê me dagir bikin.

Rûsya li Sûriyê ji tirkan ra bûye rêber, rê xweş dike.



XXX
Her çar dewletên welatê me dagir kirine di her warî da di halekî pir xerab da ne, perçe bûne. Sûriye û Îraq di herbê da ne, ji taqet û hêz da ketine. Îran û Tirkiye jî dikele, halê wan jî pir xerab e.

Heger em li Sûriyê û li Îraqê yekîtiya xwe çê kin emê kanibin bi ser kevin.

Yanî nuha dijminên me zeîf in, ji hêz da ketine, lê em ne li ser jhev in û têra xwe ne xurt in.

Hêvî dikim xebatên ji bo yekîtiyê dibin netîceyên baş bidin. Fersend û îmkanên wiha her tim bi dest me nakevin.

XXX
-Dilşadbûnê taloqî sibe meke, ji bo ku tu derbasî wî alî bibî rawestina çem nepê, dibê tu bizanibî ew çem ewê tu carî raneweste.

XXX
Ji kekê Ahmed Zekî Okçuoglu li ser dîn û îdeolojiyan tespîtek, dîtinek rast û di cî da:

-Li ser navê nasyonalîzma kurdî redkirina dîn û îdeolojiyê ne şêleke rast e. Ya din ji xwe ev ne mimkûn e jî.
Ya rast dibê meriv nasyonalîzma kurdî bi dîn û îdeolojiyê ra li hev bîne.
Dînên û îdeolojiyên di bin şemsiya nasyonalîzma kurdî da cî digrin hemû jî me qebûl in.
///Ahmet Zekî Okçuoglu


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE