01 december 2019

Tirkan digot belkî ewê kurd tenê bişewitin


Civata tirk, partiyên tirk ji terorîzekirin, fetisandin û baskokirina kurdan ra li çepikan xistin.

Belkî ji sedî 99ê civatê ji bo ku baş serê kurdan were pelixandin piştgirî dan her daxwaza Erdogan, ji her qanûna faşîzan û zorbatiyê ra gotin erê, pir baş e.

Lê nuha tirk jî fetisî ne, ji destê Erdoganê dîktator û faşîst qareqara wan e jî.


Li Tirkiyê her kes ji ruhê xwe ditirse, kes nizane polîsê kînga li deriyê wî/wê xe.

Jiyan êdî li tirkan jî bûye cehnime.

Tirkan got bel Erdoganê dinyayê li me kurdan bike cahnime û li tirkan jî bi ke cinet. Lê esabê mal û bajêr li hev derneket, serê êgir gihîşt tirkan jî, êdî ew jî di agirê me da dişewitin.

Ji bo Kurdistan çê nebe rojavê Kuristanê dagir kirin û Tirkiye jî kirin kela Daîşê û terorîstên îslamî.

Tirk nuha fêkiyên netîceya neyartiya kurdan dixwin.

Dibê tirk baş bizanibin heta em ji bindestiya wan dernekevin û Kurdistan çê nebe, wan jî rehet nekir, ewê jî tim perîşan û rezîlên herêmê bin, dinyayê tim naletê li wan bibarîne, wek keriyê pez ewê vir da û wê da baz bidin…

XXX
Zivistan çiqasî sar be, berf, bahoz, pûk û tozan çiqasî zêde be û çiqasî dirêj bikşîne jî dawiya wê bihar e.
Zivistana me ya vê carê çiqasî sar be jî emê biharê bibînin. Me gelek zivistanên wiha dîtiye.

XXX
Çend aforîzmeyên li ser şevê û tarîtiyê

-Bîsitika/kêliya şevê ya herî tarî berî berbangê ye.
-Şev çiqasî tarî be, sitêrk hewqasî birqok in.
-Ez ji şevê hez dikim. Ne şev bûya minê tu carî nikanîbûya sitêrk bidîtana.
-Yê bi roj qendîla xwe hazir neke, wê demê bi şev ji tarîyê razî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE