08 december 2019

Li ser şaşiyekê

Di malpera Rûdawê da sernivîseke wiha heye” Li Tirkiyê 85 hezar ‘karkerên sexê’ karê nepenî dikin.”

Min ji sernivîsê tiştek fêm nekir, lê min mijar meraq kir.

Piştî min nivîs xwend, min fêm kir qesta nivîskarê nivîsê ”seks” e; yanî peyva ”sexê” di maneya seksê da bi kar aniye.


Çend carên din jî ez lê rast hatime hin kurd gotina ”seksê” wek îngilizî ”sex” dinivsin. 

Ev şaş e, bi kurdî, kurmancî nabe meriv gotina seksê wek îngilîzî, wek swêdî ”sex” binivîse. Bi wan ziman dibe, lê bi kurmancî nabe, dibê meriv seks binnivîse.


*Piştî min nivîs xwend, min fêm kir qesta nivîskarê nivîsê ”seks” e; yanî peyva ”sexê” wek îngilîzî, swêdî di maneya seksê da bi kar aniye.

Lînka nivîsê

Abdalqader Houry Dimeşe ku di kurdî de peyva Sex weke inglîzî dinivîsin çêbibe Di gelek zimanan de tîpa bilêvkirinrke tîpa X ji gelek zimanên latînnivîs cuda ye , lê xelkê wê civaka cuda peyva Taxî şûna Taksî bikartînin . Nivîsandina hindek navderên cihêring wê bi yek awayî be dema ku dewleteke kurdî hebe , û xwedî biriyara yeknivîsa wan navan bi awayekî yekane bixe nav pratîka zimên .

Zinarê Xamo Bi kîjan zimanî bibe jî bi kurmancî nabe, çimkî di kurmancî da dengê "X" heye. Di wan zimanan da "X" dengê ks" ye.
Bi kurmancî nabe meriv Taksiyê wek "texî" binivîse. Bi tirkî jî taksî dinivîsin.

Abdalqader Houry Zinarê Xamo Di danmarkî de gelek peyvên fransî hene , û wan peyvan jî weke zimanê fransî dinivîsinin .

Zinarê Xamo Abdalqader Houry Ji bo ku bi danîmarkî dibe wer dinivîsin, bi kurdî nabe. Bi danîmarkî "text" tişteke, bi kurdî tiştekî fizîkê ye.
Bi swêdî, bi danîmarkî ji şeş(6) ra jî dibêjin sex. Ma tu kanî bi kurdî ji şeşan ra bibêjî sex?

Ömer Karacataș Gunde mede șêx hebu bê kerametê derdê vi kirê vi bu, muridê viji zêde bun, 

hemberê vi em derketın xwestın mın bıkujın, mın rojekê rêda gırt. Mın go tıdê neha heri Kur, go ketıme bextê te carekê dın hemberê we nabım.

Jamal Kazemi Ji xwe ew di xwazin kurdî bi levêtînin ew naxwazin kurdî binivîsin serê min diêşe dem ez dibînim (flora city) shar city ....

Zinarê Xamo Numûneyeke din. Bi swêdî û îngilîzî ji nivîsekê ra meriv kane bibêje "text". Lê bi kurmancî nabe meriv wiha binivîse, dibê meriv tekst binivîse. Texta îngilîzî û swêdî bi kurmancî dibe text.
Yanî nabe em texsiyê wek înglizî û swêdî texî binivîsin.


*Piştî vê rexneya min nivîskarê nivîsa Rûdawê Mehdî Mutlu, nivîs rast kiriye, gotina "sexê" guhertiye, kiriye seks. Carnan rexne netîceyên baş dide.

XXX
Dibêjin xwedêgiravî kî bînfireh be, kî têra xwe sebir bike pinpinîka şans zû dereng rojekê tê li ser girmilka wî/wê vedinije…

Bi Xwedê min pir pa û heta hûn bixwazin sebir jî kir, min hewqasî sebir kir, ez bûm kevirê sebrê.

Ev pinpinîk bêxêr li ku ma, dibê êdî were li ser girmilka min a çepê venije, ji bo ku kurdek jî dilşa bibe…
XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE