07 december 2019

Hustuxwarî ne xisletekî baş e

Gava yek li ber meriv bisekine û şîrp, şîrp, bi şîrmaqan bi meriv keve, meriv sîle bike, dibê meriv jî dest bibe xwe û lêxe. 

Ne ku gava ew li te dixe, tu li ber bigerî, dersa medenîyetê û însaniyetê bidê, jê ra bibêjî weleh lêxistin, heqaret, zulm ne baş e, dibê meriv li xelkê nexe, heqaretê û zulmê li xelkê neke.


Tirk li dera Kurdistanê, li bakur, li rojava li başûr li me dixin, bi hurmizk û sîleyan bi ser û çavên me ketine, devê me, ruyê me di xwînê da hîştine, gû bi me didin xwarin, tecawizî namûsa me dikin, serê me jê dikin, me ji bajar û gundên me, ji malên me derdixin. 

Heger em kanibin, heger ji me were dibê em dest bibin xwe û em jî li wan xin. 

Şêla rast ev e, gava yekî li te xist, dibê tu xwe biparêzî, tu jî lêxî.

Tirk viya ne bi nezanî, bi zanîn dikin, ji bo ku ji me nefret dikin, ji bo ku me bindest bihêlin, heta ji bo ku qira me bînin vê zulmê li me dikin.

Yekî hewqas zulm li meriv bike, hewqas tişt bîne serê meriv, meriv desrsa înasniyetê, medenîyet û demokrasiyê nadê; heger ji meriv were, heger meriv bikanibe meriv lêdixe, bêbersîv nahêle.

Lê gava meriv nikanîbû lêxe dibê vê şêla xwe, vê bêhêziya xwe, vê tirsonekîya xwe wek şêleke medenîbûnê û însanîyetê neparêze û li kesên din jî tewsîye neke. 

Yekî li meriv xist meriv jî lêdixe, bersîva herî rast ev e…

Lê em nuha nikanin bi tirkan, em nikanin bersîva wan bidin, ev rast e. 

Çimkî ew xwedî dewlet in, em jî bê dewlet û bindest in. 

Miletê bê dewlet û bindest, tu carî nikane bi yê xwedî dewlet, ji bo ku meriv viya bizanibe ne hewceye meriv bi alimê cîhan be.

Kesê destvala nikane bi kesê çekdar û keleş û şûr di dest da. Ev pir vekirî ye.

Em nikanin bi tirkan ev rast e, lê dibê em vê nikanîna xwe wek mezîyet û marîfeteke baş, wek xisletekî însanîyetê, medenîyetê nîşan nedin. 


Dibê em rastiyê bibêjin, dibê em bibêjin ji ber ku dewleta wan heye kanin welatê me, bajarên me Efrînê, Serêkaniyê, Girê Sipî dagir bikin û gelê me ji malên wan derxin.  


Ji bo ku em kanibin xwe biparêzin û bersîva wan bidin dibê em jî bibin xwedî dewlet, xwedî artêş, xwedî balafir, xwedî tank û top û polîs. 


Dibê hedefa me ev be, em ji bo vê hedefê bixebitin. 


Kesê li dijî vê hedefê be, kesê bibêje ji kurdan ra dewleteke serbixwe nelazim e, heger ew ne peya û hevalê neyar be jî, merivekî totikvala û beradayî ye, dibê meriv kesên wiha neke rêber û siyasetmedarê xwe. 

Heta kesên wiha nûner û berdevkên me bin, tirk ewê tim me sîle bikin, tepa wan ewê tu carî ji ser serê me kêm nebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE