04 december 2019

Gerek em tu carî bêhêvî nebin


Hêvî, bawerî destpêk û şertê serketinê ye. Meriv bêhêvî be, baweriya meriv bi serketinê nemîne meriv bi ser nakeve.


Şertên îro em tê da ne gelkî xerab û zor in, lê tu tiştekî ebedî û neyê guhertin tuneye, yên îro xurt in, sibe kanin zeîf bikevin û yên zeîf jî xurttir bibin. 


Surprîzên dinyayê pir in, dibê em bêhêvî nebin. Emê micadela xwe bidomînin, tiştê rast ev e.

Em ji do gelkî xurttir in, dost û dilxwazên me ji li gorî 30-40 berê gelkî pirtir in. Û neyarên me jî li gorî 3-40 berê gelkî zeîftir in. Ji ber wê jî tu sebeb tuneye em bêhêvî bin, îro be, yan sibe be emê bi ser kevin. Problema me ya esaî bêtifaqiya me ye, heger em wê jî çareser bikin rewşa me ewê baştir bibe.

XXX


-Yên nuhbûnê dixwazin ya xwediyên hêzeke wiha ne kanin viya bixwazin, ya jî bi alîkariya hêzên hinên din teşebusî vî karî dikin. Di vê riyê da ya ewê rica û minetê ya jî li zorê bi kar bînin. Ev kar bi rica û minetê nabe. Tenê hêza xwe û zorê bi kar bînin şansê wan ê serketinê zêde dibe. Sebebê pêxemberên bi sîleh serketî, pêxemberên bê sîleh neserketî ne ev e.

///Makyavel

Li ba me kurdan tiştê kêm û zeîf ev e, em hêzên xwe nakin yek û hêviyê tim ji derve dikin. Hêzên derve jî tim em xapandine, di nîvê rê da hîştine.

XXX
-Sê babet meju hene, yek jixweber fêm dike, yê din gava yekî din îzah dike fêm dike, yê sisiya jî ne bi vî hawî, ne bi wî hawî fêm nake. Ji van yê pêşiyê yê herî baş e, yê duduya jî têra xwe baş e, yê siysiya bi kêrî tiştekî nayê.
///Makyavel

XXX
Însan ya ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî ya jî ji tirsê dibin xayin, xayinbûnê qebûl dikin.


Rejîma îslamî ev yek baş fêm kiriye, loma him dikire, him ditirsîne. Him devê kîs vekirine û him jî tirsê û zorbatiyê li hemberî însanan heta dawî bi kar tînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE