08 december 2019

Ev rewş wiha namîne


Her ketinek rabûneke wê heye.
Her şevek berbangek wê heye.
Tu şeva bêdawî tuneye.
Şev çiqasî dirêj be jî dawîyê berbang lê dide û roj hiltê.
Rewşa îro em tê da ne heya û heya wiha namîne, ewê biguhere.
Hin têkçûn destpêka, gava pêşî ya serketinên mezin in. Ya muhîm dibê meriv bi kêmasî û şaşiyên xwe bihese, wan qebûl bike û wan dubare neke. 


Kurdan êdî fêm kirine heta ew nebin xwedî dewleteke sderbixwe wek milet ewê tu carî rehetiyê nebînin. 

Ev fikir û raman nasyonalîzm e, xwenaskirin e, qebûlkirna şîretên Ehmedê Xanî ye.

Miletê ev şiûr pê ra çê bûbe, tunebûna dewleteke netewî ji box we wek kêmasiyekê, wek qebûlkirina bindestiyê bibîne, êdî kes nikane wî miletî bisekinîne.

Şertên dunyayê, şiûra gelê me, hêzên me yên leşkerî yanî ji bo azadiya me gelek şertên der û hundur xurt bûne, kemilîne.


Problema me tenê di sinifa siyasetê da ye, serok û rêberên me yên îro ji heq karê xwe dernakevin, ne ew kes in ku kanibin pêşengiya vê merhelê bikin. 

Heger ev mesele çareser bibe, hin serok û siyasetmedarên jîr û bi rastî netewî pêşengiyê bigrin destê xwe rewş ewê baştir bibe.
 
Lê bin da, ji nava gel da li hemberî siyasetmedar û serokên bêkêr, ne netewî nerazîbûneke mezin heye û ev muxalefet roj bi roj mezin dibe û kurdên her çar perçên Kurdistanê destê biratiyê dirêjî hev dikin, li hemberî êrîşên neyarên xwe yên mişterek dibin yek dil û yek deng.


XXX


Erdogan çend xîç avêtibûn ji Ahmet Davutoglu da, ew bi durûtiyê û sextekariyê îtham kiribû û Davutoglu jî îro bersîva wî daye û çend kuç avêtine ji Erdogan da.

Di rojên pêş da ewê bi palan û bi goman bi hev kevin, ewê serê hev bişkînin, hevûdu kel û kût bikin. Pir baş e, bira bi hev kevin, bira çavên hev derxin. Dibê kurd xwe tevî şerê wan nekin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE