14 november 2019

Tirkiye her roj hinekî din ji dinyayê îzole dibe



Rejîma tirk ya îslamî-faşîst hewqasî xerab e, hewqasî xerab e êdî ne hewceye em bi dinyayê bidin naskirin. Her kesî ev rejîma îslamî-faşîst, mitefikê Daîşê û neyarî kurdan û cîhana xiristiyan baş nas kiriye.

Emerîkiyan jî êdî bi qasî ewrûpiyan tirk nas kirine.

Lê tirk û serokên rejîma îslamî-faşîst ne tenê xerab in, hewqasî jî cahil in.


Cahiliyan wan ji xerabî û faşîstiya wan bêtir fêdê digihîne me.

Cehaleta wan li dinyayê wan dike pêkenîn.

Rebenan her kesî wek xwe cahil texmîn dikin.

Erdogan li Qesra Sipî fîlmekî propogandeyê yê antî-kurd bi Trump û sanatoran daye temaşekirin.

Xwestine bi fîlmê xwe îspat bikin YPG, YPJ terorîst in.

Lê bi destê xwe malik li xwe viritandine, piştî fîlm Erdogan û sanator ketine gewriya hev.

Ji Erdogan ra gotine em bi tiştên wiha naxapin û hûn ne li dijî Daîşê ne. Yên li dijî Daîşê ne kurd in, 10-hezar şehîd dane û emê tu carî wan bi tenê nehêlin.

Meriv ne dîn be, ya jî ne zir cahil be, di civîneke wer da mazûbanê xwe mecbûrî temaşekirina qeşmeriyeke wiha nake.

Lê ji ber ku cahil in bîr nabin.

XXX
Erdogan ji bo sanator Lindsey Graham gotiye, ”Tiştê hewce bû min jê ra got. Dersa xwe girt.”

Heger pozê Graham bişewite ewê dev ji dostiya Tirkiyê û Erdogan berde.

Lê Graham siyasetmedarekî wek bukalemûnê ye, li gorî şertan reng diguhere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE