30 november 2019

Tirkan di zorê da tim kara xwe dîtine


Tirkan di şerûdiyê û di zorê da kara xwe dîtine, lema jî tim bi devê tivingê dipeyivin, tim ço nîşanî cîranên xwe û Yekîtiya Ewrûpayê didin.

NATO û Amerîka li dij bû, lê guh nedan wan û rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Û nuha jî ji bo ku 3 milyon ereb li wir bi cî bikin ji Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya madî û ji NATOyê jî alîkariya leşkerî dixwazin. Li ber çavê dinyayê ereban di malên kurdan da bi cî dikin.

Lê tirk çavsoriyê li me tenê nakin, li Yekîtiya Ewrûpayê jî dikin. 


Erdogan bi nav û projeyên tiroviro her sal bi milyaran Euro xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê digre, dibêje heger hûn vî pereyî nedin ezê sînor vekim û çend milyon koçberên min li Tirkiyê kom kirine bişînim ser we.

Yekîtiya Ewrûpayê jî ji ber tirsonekiya xwe hustuyê xwe xwar dike û tiştê Erdon dixwaze didê.

Lê koçberên çeteyên wan anîne dîsa hindik, hindik dişîne, her hefte çend botan dişînin ser Yûnanîstanê.

Tirk ji NATOyê, ji Amerîkayê, ji Fransayê ra jî dibêjin heger hûn dev ji alîkariya PYDê û kurdan bernedin û ji PYDê û YPGê ra nebêjin terorîst, em nahêlin NATO bixebite, em nahêlin NATO alîkariya Polanyayê û welatên Baltik bike. Emê hemû biryarên NATOyê bloke bikin.

Tirk dibînin îro zor pere dike. Ji bo wê jî Erdogan tim serê ço rê serokên ewrûpiyan didin, heqeretên mezin li wan dikin.

Ji bo ku serokê Fransayê Macron dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê rexne kir û got vê dagirkeriyê Tirkiyê zirar daye NATOyê û lema jî dibê Tirkiye tu hêviya alîkariyê ji NATOyê neke.
Erdogan ji van gotinên Macron pir aciz bûye û gotiye: 

”Birêz Macron, tu berê mirina mejuyê xwe bide kontrolkirin. Derxistina Tirkiyê ji NATOyê ma hedê te ye?”

Bi kurtî tirk pir pêş da çûn, di zorê da, di şerûdiyê da tim li karê derketin. Heger Ewrûpa û NATO wan nexesîne, ewê zirarên pir mezin bidin Ewrûpayê. Di bin destê Tirkiyê da bi sedhezaran terorîstên îslamî hene, ji wan artêşek ava kirin, nabe ev artêş betal be, bi van çeteyên îslamî ewê tim Ewrûpayê tehdît bikin.

Lê ez bawer nakim Ewrûpa û NATO tiştekî bi tirkan bikin, çimkî ji him perê tê heye û him jî ditirsin.

Lê heta tirkan terbiye nekin ewê tu carî rehet nekin. Dîplomasiya tirkan zor e, zora te tunebe qet guh nadin te, ewê tim bi ya xwe bikin. Dibê Tirkiyê ji NATOê  û ji ber endametiya Yekîtiya Ewrûpayê derxin. Heta ew bivikê nebînin ew rehet nasekinin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE