01 november 2019

Tirk ne dihêlin xortên kurd bixwînin, ne jî bixebitin

Sedat Alkan


Hela hûn bala xwe bidin vê zulma van tirkên faşîst, tam ji mirovahiyê dûr ketine, baş bûne hov. Li Antalyayê ne dihêlin xwendekarên kurd bixwînin, ne bixebitin û ne jî xaniyekî kirê bikin.

Welatê me dagir kirine, însanên me bi çolan xistine û nahêlin zarokên me bixwînin, wan terorîze dikin, jiyanê li wan dikin zindan. 


Ji bo ku xortên kurd nexwînin qirêdîya(bûrsa) wan dibirin û nahêlin kes xaniyan bi kirê bidin wan, xwediyên xaniyan tehdît dikin. Nahêlin xort ji xwe bixebitin, kesên wan didin xwendevanên kurd tehdît dikin, nahêlin kurd ji xwe ra bixebitin jî.

Yanî ne dihêlin bixwînin, ne di hêlin bixebitin û ne jî di xaniyekî da bisitirin.

Vanan nazî jî derbas kirin. Naziyan jî wiha nekir. Û kurdên hîn jî havaltiya van neyarên kurdan dikin hene.

Xwendekar Sedat Alkan, "Em xwendekar in, lê nahêlin em bixwînin. Pêşî li ber pêdiviya me ya hêwirandinê digirin. Ji bo em karibin debara xwe bikin divê em bixebitin. Vê yekê jî asteng dikin. Li her derê astengiyan didin ber kurdan." 

Xwendekarê bi navê Abdullah Aktaş jî gotiye:


 "Ez jî di nav da li zanîngehê bûrs û qirediya bi dehan xwendekarên kurd bi awayekî kêfî hatiye qutkirin. Her wiha em ji kar jî hatin derxistin. Di demên dawî da jî ji bo em ji Antalyayê biçin, mudaxileyî malên em lê dimînin dikin. Çend meh berê hin hevalên me yên din jî ji malê derxistin. Ev tişt hemû ji ber nasnameya me ya kurdbûyînê pêk tên."

Xwendekarên kurd ji xaniyan tên derxistin

Dibê hemû partiyên kurd werin ba hev û li hemberî van bûyerên irqçî serî li hemû riyan bidin, meselê bibin Mahkima Mafên Mirovan û Neteweyên Yekgirtî û haya medyaya dinyayê bigihînin.

Mesele pir cidî ye, dibê hemû kurd û partiyên kurd van bûyerên irqçî bicivînin û li ser van bûyerên irqçî konferanseke rojnamevaniyê çê bikin.  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE